المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Xwecihiya Rojhilatî Qamişlo civîna xwe ya asayî li darxist..

0 57

Encûmena Xwecihiya Rojhilatî Qamişlo ya bi ser ENKSê , roja înê 25ê mijdara 2022an, civîna xwe ya asayî li darxist bi amadebûna piraniya endaman..

Di destpêkê de xuleke bêdeng rawestiyan ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir …

Di derbarê rewşa rêxistinî de, rapora ji ofîsa karûbarê encûmenên xwecihîyan hat xwendin, û ji aliyê hemû endaman ve hat gengeşe kirin.

Û di naveroka vê civînê de mijar û babetên rêxistinî û siyasî hate gengeşekirin..

Û serokê xwecihiyê Birêz ” Mihemed Sedîq “Di derbarê rewşa siyasî de pêşhatên dawî yên siyasî li meydana navdewletî, navçeyî û navxwe gotûbêjkir..

Her wiha civatê de bi dirêjî derbarê qedexakirina li darxistina kongireya 4an yê ENKSê li Hola Zana ya li bajarê Qamişlo ji aliyê PYDê ve behiskirin…

Û herwiha di civînê de ser şer û binpêkirinên tên kirin ji aliyê dewleta Tirk ve ser herêmên kurdî li kurdistana Sûriyê baş rawestiyan..

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.