المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA CIVÎNA XWECIHIYA TIL TEMIR YA BI SER ENKSÊ VE.

0 62

Encûmena xwecihî ya bajarê Til Temir ya bi ser ENKSê ve,li bajarê Til Temir di roja Yekşemê 27.11.2022an de, civîna xwe ya asayî lidarxist.

Di destpêkê de, kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê rawestiyan.

Di derbarê rewşa rêxistinî de, rapora ji ofîsa karûbarê encûmenên xwecihî hat xwendin.Û ji aliyê hemû endaman ve hat gengeşe kirin.

Herwiha tekezî li ser pabendbûna bi civînên asayî û pabendbûna bi siyaset û biryarên Encûmena Niştimanî ya Kurdî hate kirin.

Di derbarê rewşa siyasî de, dawî pêşhatên siyasî di warê navdewletî,herêmî û navxweyî de hatin gotûbêjkirin, nemaze pabendbûna Encûmena Niştimanî bi çareseriya siyasî ji kirîza Sûriyê re li gor biryara navdewletî 2254.

Herwiha di civînê de,çend mijar hatin gengeşekirin, ew jî:

– Çaremîn konferansa Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê

-Êrîşên asmanî yên Tirkiyê li ser xeta sînorî ya cîranê wê di nava xaka Sûriyê de, bi taybetî li gelek xalên Kurdistana Sûriyê pêk anîn.

– Êrîşa mûşekî ya Pasdarên Şoreşa Îranê li ser Herêma Kurdistana Iraqê.

Di dawiya civînê de helbijartina Serok Mesûd Barzanî weke Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî weke cîgirê yekem û Mesrûr Barzanî weke cîgirê duyem hate pîrozkirin.

Ragihandina ENKSê

Raport: Elî Fetah.

Leave A Reply

Your email address will not be published.