المجلس الوطني الكوردي في سوريا

LI KORBENDA ÇAKSAZÎ Û GUHERTINÊ XELEKEK GENGEŞEYÊ HATIBÛ LIDARXISTIN.

0 94

LI KORBENDA ÇAKSAZÎ Û GUHERTINÊ XELEKEK GENGEŞEYÊ HATIBÛ LIDARXISTIN.

 

Korbenda Çaksazî û guhertin xelekek, bi navnîşaniya,(Sêzdemîn salvegera şoreşa Sûriyê )

di 19.4. 2024an de, li navenda korbenda Çaksazî û guhertinê, li bajarê Qamişlo, bi rêveberiya M.Kazim Xelîfê û M.Feyrûşa Ebdurihman, endamên korbenda Çaksazî û guhertin,hat li dar xistin.

 

Herwiha gotara derbarê xeleka gengeşeyê ji aliyê rêveberiya Korbendê hatibû xwendin ev e:

 

Şoreşa aştiyane li Sûriyê bi rûbirûbûna gendelî, stemkarî û tepeserkirina ramanê ji aliyê desthilatdariya heyî ve dest pê kir û gelek hêzên ji civaka Sûriyê û hemû parêzgehan tê de beşdar bûn.Lê şert û mercên sûbjektîf û objektîf ên ku şoreş tê re derbas bû, ji gelê Sûriyê re bû sedema rewşên pir dijwar.

 

Pirsên ku di vê çarçoveyê de derdikevin holê ev in

 

 

-Hemû hêzên pêwendîdar cîbicîkirina biryara 2254ê piştrast dikin, lê dîsa jî li cihê xwe dilerizin, eger hîn bijardeya cîbicîkirina vê biryarê çi ne?

 

– Gelo hîn jî dibe ku konferanseke niştimanî ya berfireh were lidarxistin û ji bo çareserkirina kirîza heyî li hev bikin, eger bersiv erê be, rê û rêbazên bangawaziyê çi ne?

 

– Pêdiviyên herî girîng ên ku di encama şer û pevçûnên salên borî de qewimîn, bi lezgînî çi ne?

 

Di semînerê de komek rewşenbîr, siyasetmedar û nûnerên rêxistinên civaka sivîl amade bûn û mudaxele ji aliyê beşdaran ve hat kirin.

 

 

Hêjayî gotinê ye ku Korbenda Çaksazî û Guhertinê her hefte xelekên diyalog û gotûbêjan li ser pirsa Sûriyê bi giştî li dar dixe.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.