المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Salvegera Nehemîn ser şehîdbûna pêşmerge “Nêçîrvan Eta Mihemed Silêman” ve derbas dibe.

0 123

Wek tê zanîn ku hêzên pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê yên bi navê ” Leşkerê Roj ” tên naskirin, di 12/3/2012an de bi serpirştiya Serok ” Mesûd Barzanî ” hatin damezrandin û li milê pêşmergeyên herêmê re şerên dijwar li dijî rêxistinên terorîst de beşdardibûn de ku milet û xaka Kurdistanê ji dijminan biparêzên…

 

Û hêzên pêşmergeyên Leşkerê Roj ji dema damezrandinê ta niha hejmarên mezin ji şehîd û birîndar danîne…

 

Û herwiha ku di roja 21ê Çileya 2015an, pêşmerge “Nêçîrvan Eta Mihemed Silêman” di encama şerekî dijwar di navbera hêzên Pêşmerge û rêxistina terorîst ya Daîşê canê xwe ji dest da li navçeya Wanikê li Herêma Kurdistanaê.

 

Û herwiha hin zaniyarî ser dîroka şehîdê pêşmerge ” Nêçîrvan Eta ”….

 

– Nav: Nêçîrvan Eta Mihemed Silêman

 

– Pile: pêşmerge

 

– Ji dayîk bûnê: Girgê Legê.

 

– Dîroka şehîdbûnê:

Wanikê 21/1/2015

 

Û hêjaye were gotin ku hêzên pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê bi qehremaniya xwe di rûbirûbûna rêxistinên terorîst yên Daîşê de dikarîbûn destkeftên zêde bi dest bixin û navê xwe bi tîpên zêrîn di dîroka qehremaniyê de binvîsin û ji dema damezrandina wê ta niha hîn pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê leşkerê Roj di kar û xebata xwe ya netewayî û kurdayetî bi armanca parastina milet û sînorê xaka Kurdistanê ji dijminan biparêzên.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.