المجلس الوطني الكوردي في سوريا

GERA NÛ YA 21EMÎN CIVÎNA ASTANAYÊ HAT RAGIHANDIN

0 128

Gera nû ya 21emîn civîna Astanayê ya derbarê Sûriyê de hat ragihandin

Wezareta Derve ya Kazaxistanê derbarê lidarxistina gera nû ya danûstandinên Astanayê de, di gera xwe ya bîst û yekê de, derbarê Sûriyê de ragihand.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Kazaxistanê Aybek Semedyarov got: “Bîst û yekemîn civîna navneteweyî ya Sûriyeyê ya di çarçoveya pêvajoya Astanayê da li ser vexwendina welatên garantor di 24 û 25ê Çileyê da li paytextê Kazaxistanê tê lidarxistin.”

 

Di encamdana gotûbêjên gera 20emîn a “Pêvajoya Astanayê” li paytexta Kazaxistanê, Nûr Sultan, di 21ê Hezîrana 2023an de, Wezîrê Derve yê Kazaxistanê, Kanat Tomîş, ragihand ku ev gera dawîn e ku welatê wî dê mazûvan, piştî wê jî amadebûna xwe ji bo dîtina îhtîmala ji nû ve destpêkirina gotûbêjan ragihand.” “Wek îşareteke bi dilnizmî” bi şertê ku hemû alî li ser vê yekê razî bin.

Di daxuyaniya dawî ya gera 20an a Astanayê de hat gotin: “Rûsya, Îran û Tirkiyê tekezî li ser berdewamiya pêşkêşkirin û zêdekirina qebareya alîkariyên mirovî bo Sûriyê li gor biryara jimare 2672 ya Encûmena Asayişa Navdewletî kirin.Û astengiyan rakin û alîkariyên mirovî ji bo hemû Sûriyeyiyan li seranserê welat bê cudahî, siyasîkirin û şert û mercan pêşveçûn zêde bikin.”

Her sê welatan baweriya xwe bi wê yekê anîn ziman ku ti çareseriyeke leşkerî ji aloziya Sûriyê re nabe, û tekezî li ser pêbendbûna xwe bi pêşdebirina proseyeke siyasî ya guncaw û mayînde bi serokatiya Sûriyê û asankariya Netewên Yekgirtî kir, li gor biryara 2254 ya Encûmena Asayişa Navdewletî. ”

Û tekezî li ser rola giring ya Komîteya Destûrî ya Sûriyê kir, ku bi beşdariyeke diyarker ji welatên garantor formula Astana, ji bo cîbicîkirina biryarên Konferansa Diyaloga Niştimanî ya Sûriyê li Sotşî, di pêşvebirina çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyê de, hat damezrandin.”

 

Her wiha tekezî li ser “pabendbûna xwe bi piştgirîkirina karê komîteyê bi rêya berdewamiya beşdarbûna aliyên sûrî di komîteyê de û Şanderê taybet ê sekreterê giştî yê Netewên Yekbûyî bo Sûriyê Gêr Pêdirson”.

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.