المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NÛNERÊ AMERÎKÎ YÊ SÛRÎ:AMERÎKA PABEND E KU HEBÛNA XWE YA LEŞKERÎ LI SÛRÎ BIDOMÎNE.

0 133

Goldrîtiş:Amerîka pabend e ku hebûna xwe ya leşkerî li Sûriyê

bidomîne

Piştî ku serkirdayetiya Amerîkî biryar da ku 1500 leşkerên din bişîne Iraq û Sûriyê, Yetan Goldrîtiş piştrast kir ku Amerîka pabend e hebûna xwe li Sûriyê berdewam bike.

Nûnerê Amerîka bo Sûriyê û Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîka Eytan Goldrîtiş ji malpera “Suweyda 24” re ragihand, hêzên Amerîkî li Sûriyê tenê bi armanca pêkanîna kampanyaya berdewam li dijî DAIŞê ne”.

Herwiha Goldrîtiş got jî ku ti guhertin di helwêsta leşkerî ya Amerîka li Sûriyê de çênebûye, û Amerîka pabend e ku hebûna xwe ya bisînor li bakurê rojhilatê Sûriyê û Eltenefê bidomîne, di çarçoveya stratejiyeke berfireh de ji bo misogerkirina têkçûna hertimî ya DAIŞê û Elqahîde.

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.