Tê zanîn ku di rojeke wek îro de “20”ê Tebaxa sala “2014”an de pêşmerge ” Murad Behrem Silêman ” di encama şerekî dijwar di navbera hêzên pêşmerge û rêxistina terorîst a Daîşê de giyanê xwe ji bo parastina sînorê xaka Kurdistanê de kir qurbanî …
Û hêjaya were gotin ku şehîd ” Murad ” ji destpêke avakirina hêzên pêşmerge yên leşkerê roj tên naskirin tevlî nava refên pêşmerge bû û mil bi mil di qehremaniyan de beşdarî şer li dijî rêxistinên terorîst dibû da ku destkeftên zêde di parastina xaka pîroz de tomar bikin…
Û herwiha zaniyariyên zêde li ser pêşmerge ” Murad Behrem Silêman:….
– Pile: pêşmerge
– cihê Ji dayîk bûnê: Gundê Helêq li devera aliyan.
– cihê şehîdbûnê: Gundê Sehlec 14/8/2014..
Û şehîd ” Murad Behrem ” di sala 1993 an de li gundê Helêq ya bi ser devera aliyan ve li Kurdistana Sûriyê ji dayîk bûye , ku di nav refên pêşmergeyan cihê xwe digirt û bi navê ” TÎRÊJ” di hat naskirin…
Û di roja 14ê Tebaxa 2014an de li Gundê Sehlec” şehîd ” Murad Behrem ” şehîd bû û bi merasîmek geş ji aliyê milet û pêşmerge û kesûkarên wî li gundê ” Helêq ” bi xakê hat spartin….
Ragihandina ENKS ê
Raport: Hêvî Delî