المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Salvegera 9emîn ya êrîşkirina Rêxistina terorîst Daîşê li ser bajarê Kobanê …

0 201

Duh êvarî 16ê Êlûna 2023an,li pêşiya ofîsa partiya Demoqrata kurdistan _Sûriya, Hejmarek ji endamên Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya bi boneya Nehemîn salvegera destpêkirina êrîşa terorîstên DAIŞê li ser bajarê Kobanî yê Kurdistana Sûriyê li Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê seknandinek li dar xistin..

 

Û herwiha tê zanîn ku di 16ê Êlûna 2014an,rêxistina Terorst a Daîşê êrîşeke hovane li ser bajarê Kobanê û gundewarê wê kir û komkujiyek li derheqê xelkên sivîl de pêk anî û bi hezaran welatî derbader û koçber bûn û mal û milkên xwe li duvxwe hiştin..

 

Lê piştî êrîşa terorîst a Daîşê li ser bajarê Kobanî kir serok Mesûd Barzanî biryar da ji bo şandina hêzên pêşmerge ji bo kobanê û 30ê Cotmeha 2014an de pêşmerge derbasî bajarê Kobanê bû û di 26ê berçileya 2015an de ew bajar ji aliyê Pêşmerge ve hat rizgarkirin…

 

û di vê derbarî de rêxistina Hewlêrê ya Partiya Demoqrata kurdistan_Sûriya, salvegera 9emîn a destpêkirina Êrîşa terorîstên DAIŞê li ser Kobanî li bîr anî bi vêxistina mûman û bilindkirina sloganî : ku ew bi rêzdarî bejna xwe li ber şehîdên Kobanî ditewînin û ku Îradeya kurdan li Kobanî ji terorê bihêztir e.

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.