المجلس الوطني الكوردي في سوريا

QAMIŞLO:LI SER VEXWENDINA ENKSê XWEPÊŞANDANEK LI DIJÎ BIRYARÊN PYDê HAT LIDARXISTIN.

0 235

Li ser banga Encumena Niştîmanî, ji bo redkirina biryarên rêveberiya Partiya Yekîtiya Demokratîk a ji bo bilindkirina nirxê sotemeniyê, li ber baregeha Netewên Yekgirtî li bajarê Qamişlo çalakiyek rûniştinê ya girseyî hat lidarxistin.

Li ser vexwendina Encûmena Niştimanî ya Kurdî, di roja Sêşemê 19.9.2023’an de,katijmêr 5ê êvarî bi sedan ji hemû pêkhateyên herêmê li ber baregeha Netewên Yekgirtî li bajarê Qamişlo,

bi armanca redkirina biryara rêveberiya PYDê ya bilindkirina nirxê mazotê, ku dibe sedema bilindkirina nirxê hemû kelûpelan,ya kj zirareke cidî li jiyana mirovan dike.

Herwiha bi beşdarbûna nûnerên partiyên Kurdî,serkirdên ENKSê,şandên xwecihiyên bi ser ENKSê ve,rêxistinên jinan û ciwanan.Herwiha bi beşdarbûna kesayetên serbixwe,nûnerên civaka sivîl û cemawerekî mezin ji hemû pêkhateyên herêmê……herwiha Eniya Aştî û Azadî, Rêxistina Aşûrî ya Demokratîk û komeke mezin ji welatiyên pêkhateyên Ereb, Xiristiyan û Kurd beşdar bûn.

Ji bo redkirina binpêkirinên din û berdewamiya girtina endamên Encûmena Niştimanî ya Kurdî,siloganên şermezarkirina biryara nerewa û daxwaza betalkirina wê û şermezarkirina girtina endamên Encûmena Niştimanî ya Kurdî bilind kirin.

Axaftina ENKSê ji aliyê Endamê Serokatiya Encumenê birêz Silêman Oso ve hate pêşkêşkirin.

Û axaftina Rêxistina Aşûrî ya Demokratîk ji aliyê birêz Beşîr Esedî ve hat pêşkêşkirin.

Di encamnameyê de, nameyek ji aliyê xanim Fesla Yûsif,M.Tahir Hesaf û Ahmed Eçê ve pêşkêşî baregeha Netewên Yekgirtî hat kirin û tê de biryara bilindkirina nirxê sotemeniyê tevî mazotê ku ji bo welatiyan girîng û pêwîst e, şermezar kir.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.