المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Jîna Emînî” Sembola Têkoşîna Azadiya Jinan…

0 216

“Jîna Emînî” Sembola Têkoşîna Azadiya Jinan…

 

Kuştina keça kurd “Jîna Emînî” bû sembola têkoşîna azadiyê û rûmetê û herwiha bû nemûneyeke ber biçav a ji Hola rakirina azadiya jinan û vêxistina çirûskên serhildanê li kurdistana Îranê û li hemû cîhanê,û bi şêwazên cûda li dever û bajar û bajarokên herçar parçeyên kurdistanê xwepêşandan û nerazîbûna xwe nîşan dan di bin dirûşma : Jin ,Jiyan, Azadî , bi van gotinan jina kurd li Rojhilatê kurdistanê û li tevaya cîhanê siloganî berz û bindkirin û têde daxwaza mafê jinê kirin û herwiha rakirina zext û zordariya li ser jinê tê kirin nemûne” Jîna Emînî”

 

” Jîna Emînî” keça kurd ya 22 salî, ku ji bajarê “Seqiz”a Rojhilatê kurdistanê bû ,di 13ê Êlûna 2022an, bi malbata xwe re diçe Tehranê ji bo serlêdana xizmên xwe ,û “Emînî” li stasyona Heqanî ya metroya Îranê ji aliyê polîsê Exlaqê yê Tehranê ve ,bi hinceta pabendnebûna bi hîcaba Îslamî hate binçavkirin û rastî êşkenceyê hat û piştî 3ê rojan di 16ê Êlûnê de di nexweşxaneya Kesra ya Tehranê de jiyana xwe ji dest da,û bi hezaran kes li ser gora wê kombûn ..

 

Û ji destpêka belavbûna nûçeya kuştina keça kurd “Jîna Emînî” li seranserî Rojhilatê Kurdistanê dest bi xwepêşandanan kirin û bi hezaran xelk li dijî kiryarên rêjîma Îranê daketin qada û kolanan ,û hêzên awlehî yên Îranî bi şêweyekî hovana êrîşî xwepêşendaran kirin , û di encamê de bi sedan hatin binçavkirin û bi dihan kes jî birîndar û şehîd ketin ,û herwiha di derbarî zilm û zordarî û binpêkirinên ku rayedarên Îranê di derheqê gelê kurd de li kurdistana Îranê de têne kirin li hemû welatên cîhanê xwepêşandan li darxistin û têde Ala kurdistanê bilindkirin û nerazîbûn û şermezariya xwe danaxuyakirin ,û hevxemiya xwe bi armanca piştevaniyê û piştgiriya serhildana gelê Îranê re diyarkirin , ku bi dihên salan rêjîma Îranê û zordariyê li ser wan gelan dikirin û dikin û ji bo dilsoziyê bi malbatên pakrewanan re ,bi pêşengiya “Jîna Emînî” ku bû dirûşma dengê Azadî û berxwedanê ,û êdî kesayetên siyasî û civakî û hunermend yên jin û ji hemû Neteweyên cûda ji ber kuştina Jîna Emînî bi birîna porên xwe nerazîbûna xwe nîşan dan….

 

Tê zanîn ku li Îranê û Rojhilatê kurdistanê bi hezarê salan e Jin rastî zext û zordarî û îşkence dihate kirin ,ji bilî ku jin xwedî ezmuneke cuda ye,rola xwe di pêşxistina hişmendiya civaka kurdî de hebû, lê rêjîma Îranê her û her jinê weke xala herî lawaz didît di nava civakê de û binpêkirin û fişarên tund li dijî wî pêk tenî û bêparhiştina wan ji mafê wan ..

 

Lê di mêjûye Rojhilatê kurdistanê û Îranê de jinê bi vîneke bi hêz rûpeleke nû vekir li hember dijminên azadî û mirovahiyê de,û herwiha rola xwe di pêşengiya tevgera kurdî de postên pêşketî girtine, nexasim di vê qonaxa hestiyar de ku jin bûye hêmana bingehîn a avakirina civakê ye ,û hebûna xwe di dîrokê de çesipand û serhildana têkoşîna mêrxasiyê berxwedaniyeke mezin de nîşan de …

 

Hêjaya were gotin ku ji bilî Jin xwîşk e,dayîk e, ji ber ku Jin perwerdekarin di avakirina mirovan de ew xwedî dîrokeke demdirêja di qadên siyasî,leşkerî,û tevgera civakî kurdî de cih girtin e …

 

 

Qamişlo: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.