المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Qamişlo : termê xebatkar û kesayetiyê Niştimanperwer ” Mihemed Sebrî” li Qamişlo bixakê hat spartin..

0 76

Roja pêncşemê 20ê Cotmeha 2022an, termê Xebatkar û Niştimanperwer ” Mihemed Sebrî” bi riya deriyê Sêmalka gihişta Qamişlo ya kurdistana Sûriyê…

Û ji aliyê Encûmena Niştimanî û kesayetiyên siyasî û civakî ve termê wî hate pêşwazîkirin..

Û herwiha di merasîmên bixakspartinê de gotina Encûmena Niştimaniya kurd li Sûriya ji aliyê M” Mihemed Ismaîl ” endamê desteya serokatiya ENKSê ve hate xwendin..

Û gotina encûmenên xwecihiyên Qamişlo ji aliyê M,” Mihemed Sedîq” ve hate xwendin..

Herwiha tê zanîn ku kesayetê niştîmanî û civakî ” Mihemed Sebrî” bavê şehîd Ferhad endamê emîndariya giştî ya ENKSê û serokê nivîsgeha şehîdan bû di roja duşemê 17ê Cotmeha 2022an, koça dawî kir ..

 

Û hêjaya were gotin ku xebatkar ” Mihemed Sebrî” ta dawiya jiyana xwe bervanî di ber mafên rewa yên gelê kurd de dikir û bi dilsozî û kar û xebata xwe dikir..

 

Û îro roja pêncşemê 20ê Cotmeha 2022an, termê xebatkar ” Mihemed Sebrî” li goristana Mehmeqeya ya li bajarê Qamişlo bi xakê hat spartin..

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.