المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Salvegera 19emîn a şehîdbûna Ferhad Sebrî li Qamişlo hat bi bîranîn…

0 84

Roja şemiyê 8ê Nîsana 2023an, salvegera 19emîn a şehîdbûna “Ferhad Mihemed Sebrî” li Qamişlo hat vejandin . .

 

û ev yek bi amadebûna Encûmena Niştimaniya kurd li Sûriya û nûnerên partiyên siyasî û kesûkarên şehîd Ferhad ..

 

Di destpêkê de xuleke bêdeng rawestiyan ser giyanê şehîd Ferhad û hemû pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir . .

 

û herwihadi vê salvegerê de gotina Encûmena Niştimaniya kurd li Sûriya ji aliyê endamê desteya serokatiya ENKSê , M,Mihemed Ismaîl ve hate xwendin û têde ser rol û xebata şehîd Ferhad di tevgera siyasî kurdî de behiskir ..

 

û herwiha tê zanîn ku şehîdê serhildana Qamişlo “Ferhad Mihemed Sebrî ” , ku ji dayîkbûna sala “1975” an, li Taxa “Qenat Elswês ” ya bajarê Qamişlo, şehîd “Ferhad “, ji malbateke welatparêz û niştîmanperwer bû, di ciwaniya xwe de tevlî nava refên Partî bû û kar û xebata xwe ya netewayî û kurdayetî di tevgera kurdî de dikir, ku beweriya wî bi dibistana rêbaza Barzanî hebû.

 

Û herwiha dema ku şehîd “Ferhad bi rol û Arkê xwe yê neteway û kurdayetî û mirovatî dirabû di veguhastina şehîd û birîndarên ji nexweşxaneyên Qamişlo, lê mixabin şehîd “Ferhad ” ji aliyê rêjîma Be’s ve hat girtin û zindankirin ji bo helwest û mêrxasiya wî ya netewayî.

 

Û herwiha ji rexekî dî ve her di zindanê de “Ferhad ” rastî Îşkenceyê hat kirin di zindanên rêjîma sûriyê, û ev yek bo sedema ku “Ferhad Mihemed Sebrî ” Jiyana xwe ji dest bide û tevlî nava refên pakrewanên 12 Adarê bibe…

 

û di roja “8” Nîsanê pakrewan “Ferhad ” li goristana ” Mehmeqeya ” bi xakê hat spartin.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport : Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.