Artêşa Îsraîlî,şeveqa îro Yekşemê, piştrast kir ku wan êrişên asmanî li nav axa Sûriyê pêk anîne û armancên leşkerî kirine armanc.
Herwiha artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de ragihand: “Balafirên şer ên artêşa Israîlî, li Sûriyê, li nav axa Sûriyê, navendeke leşkerî ya girêdayî Firqeya Çaran û herwiha cihên radar û topxaneyên artêşa Sûriyê, bombebaran kirin.”
Û di daxuyaniyê de hat gotin, “Hemû ev êrîş weke bersivekê ji avêtina roketan ji hundirê xaka Sûriyê ber bi Îsraîlê ve tên.”
Û artêşa Îsraîlî di daxuyaniyeke nivîskî de,şeveqa roja Yekşemê got: “Ji Sûriyê 3 rokêtan ber bi Îsraîlê ve hatin avêtin, ku 2 mûşek derbasî nav axa Îsraîlê bûn, topek li devereke vekirî ket û topeke din jî ji aliyê berevaniya esmanî ve hat astengkirin.”
Herwiha êvara Şemiyê, artêşa Israîlî di daxuyaniyekê de got: “3 rokêt ji Sûriyê ber bi Îsraîlê ve hatin avêtin,ku topek derbasî nav axa Îsraîlê bû û li devereke vekirî li başûrê bilindahiyên Colanê ket.”
Herwiha artêşê amaje bi wê yekê jî kir ku ew Şamê “berpirsiyar e ji tiştên ku di nav axa wê de diqewimin û dê rê nede hewldanên binpêkirina serweriya Îsraîlê.”
Sûriye piştî Şerîda Xeza û Lubnanê bû herêma sêyemîn ku Îsraîl jê ragihand ku di kêmtirî hefteyekê de çavdêriya avêtina mûşekan kiriye.
Ev yek weke bersivekê hat li ser êrîşên dubare yên roja Çarşemê û Pêncşemê bo ser Mescîda Eqsa, dema ku alozî zêde bûn û pevçûn li deverên curbicur ên navçên Felestînî û navçeyên Erebî li Israîlê qewimîn, ji bilî avêtina mûşekan ji Lubnan, Xeza û Sûrye.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah