المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Salvegera Heştemîn a şehîdbûna ”Mihemed Reşîd Ehmed“ ve derbas dibe

0 68

Wek tê zanîn ku hêzên pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê yên bi navê ” Leşkerê Roj ” tên naskirin, di 12/3/2012an de bi serpirştiya Serok ” Mesûd Barzanî ” hatin damezrandin û li milê pêşmergeyên herêmê re şerên dijwar li dijî rêxistinên terorîst de beşdardibûn da ku milet û xaka Kurdistanê ji dijminan biparêzên…

Û hêzên pêşmergeyên Leşkerê Roj ji dema damezrandinê ta niha hejmarek mezin ji şehîd û birîndar danîne…

Û herwiha ku di roja 9ê Nîsana 2015an, pêşmerge “Mihemed Reşîd Ehmed ” di encama şerekî dijwar di navbera hêzên pêşmerge û rêxistina terorîst ya Dayîşê de canê xwe ji dest da..

Û herwiha hin zaniyarî ser dîroka şehîdê pêşmerge ” Mihemed Reşîd Ehmed”….

 

– Nav: Mihemed Reşîd.

– Pile: pêşmerge

– Ji dayîk bûnê: sala 1977 an li gundê Girê ya bi ser navçeya Dêrikê ve ..

– Dîroka şehîdbûnê: 9/4/2015 li Bendava Mûsilê.

 

Û hêjaye were gotin ku hêzên pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê bi qehremaniya xwe di rûbirûbûna rêxistinên terorîst yên Daîşê de dikarîbûn destkeftên zêde bi dest bixin û navê xwe bi tîpên zêrîn di dîroka qehremaniyê de binvîsin û ji dema damezrandina wê ta niha hîn pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê leşkerê Roj di kar û xebata xwe ya netewayî û kurdayetî bi armanca parastina milet û sînorê xaka Kurdistanê ji dijminan biparêzin di sengerên şer de dimînin …

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.