المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Ronahiyek ser Jiyana Nivîskar û Rojnamevanê kurd Ekrem Mele..

0 76

Medyakar, siyasetmedar û kesayetiyê welatparêz û niştîmanperwer û nivîskar û rewşenbîrê kurd ” Ekrem Elmela ” xwediyê pênûsa zêrîn di çand û wêjaya netewî û civakî û siyasî de, û di tevgera kurdî de li kurdistana Sûriyê xebat xwe dikir, û di nivîsandin û Gotarên xwe de her tim ser êş û azarê miletê kurd tanî ziman, û bi dilsozî û rêzdarî roleke berçev di xizmeta doza mafê kurdan dikir, û ew pênûsa azad nayê jibîrkirin wê di dilê hezkiriyên Medyakarê kurd ” Mela ” zindî bimîne…

 

Û HERWIHA HÊJAYA RONAHIYEKE SER KURTJIYANA XEBATKAR ” EKREM ELMELA “( JIYAN , DÎROK)….

 

Xebatkar û nivîskarê kurd M,Ekram Mela, jidayîkbûna sala 1956 an de, li gundê Til Eylûl ê ku dikeve gundewarên bajarê Derbêsiyê de , û herwiha xwendina xwe ya Seretayî û navendî li dibistanên bajarê Derbêsiyê bi dawî kir.

 

Û piştre di Zanîngeha Helebê de başê zimanê Ingilîzî tomar kir, lê xwendina xwe berdewam nekir di Zanîngehê de ji ber zehmetbûna rewşa wî, û piştre wî berê xwe da welatê Yekîtiya Soviyêtê û li Zanîngeha Moskoyê de Master di beşê Medyayê de de wergirt..

 

Û HER DI WARÊ SIYASÎ DE JÎ KAR Û XEBATA XWE LI KURDISTANA SÛRIYÊ DE DIKIR …

 

Ku “Mela ” di ciwaniya xwe de sala 1970 an de tevlî nava refên Partî Demokrata Kurdistan- Sûriya û tevgera kurdî bû û di Kar û xebata xwe de berdewam bû, ta kongirê “dihan” de êdî Xebatkar “Ekram Mela ” hate hilbijartin wek endamê komîta navendî , û piştre di konfiransa Hewlêrê ya bi ser PDK-S ê ve , û ji bo geşbûna hestên wî yê netewî hat hilbijartin ji bo endamtiya Destiya Rawêjkarî .

û jiyana xwe di hizir û ramanên kurdayetî de derbas dikir….

 

Û tê zanîn ku ” Ekrem Elmela ” ne tenê di warê siyasî de têkoşîn dikir , lê ew wek nivîskar û rewşenbîr û Medyakar dihat naskirin…

 

Ku taybetmendiyeke xwe di warê rojnamevaniyê de û di belavkirina hişmendî û rasteqîniyê di nivîsandina Gotarên xwe de hebû ,û ji ber geşbûn û xurtbûna pênûsa azad û zêrîn di gelek rojname û malperên kurdî de dinvîsand bi taybet di rojnameya Kurdistan de…

 

Lê di roja 17 ê Berçilya sala 2019an di roja alaya pîroz de nivîskar û Medyakarê kurd ” Ekrem Elmela “canê xwe ji navme barker û çû ber dilovaniya xwedê ….

Û bi merasîmeke geş ji aliyê milet û keseyetên siyasî û rewşenbîrî û kesûkarên wî ve , li gundê wî ” Til Elûnê ” bi axê hat spartin…

 

Lê Pênûs û gotinên nivîsandinên wî wê her di dilê her kesekî de zindî bimîne…

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.