المجلس الوطني الكوردي في سوريا

DIRBÊSIYÊ : ROJA ALAYA KURDISTANÎ JI HÊLA ENCÛMENA XWECIHÎ HAT VEJANDIN..

0 106

Îro di roja Şemiyê 17.12.2022an de, Encûmenên xwecihî  yên   bi ser ENKSê ve roja Alaya kurdistanî li gelek deverên herêma Kurdistana Sûriya vejandin.

 

Herwiha encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê, encûmena pakrewan Ciwan Elqutna, wê jî di vê rojê de danê nîvro demjimêr 11ê nîvro roja Alaya kurdistanî vejandin.

 

Herwiha bi beşdarbûna kesayetên serbixwe û nûnerên civaka sivîl û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên bi ser ENKSê ve.

 

Di derbarê vê yekê de,birêz Umer Emo serokê xwecihiya Dirbêsiyê û gundewarê wê ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:

 

“Em wek xwecihiya Dirbêsiyê û gundewarê wê îro danê nîvro di roja Şemiyê 17.12.2022an de,roja Alaya kurdistanî me vejand.

 

Herwiha Emo anî ziman û got bi beşdarbûna kesayetên serbixwe û nûnerên civaka sivîl û rewşenbîr û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên yên bi ser ENKSê ve.

 

Herwiha di destpêkê de 5xulekên bêdeng hat sekinandin ji bo rêzdariya Alaya kurdistanî û pakrewanên Kurd û Kurdistanê.

Û piştre mamoste Umer Emo bi navê xwecihiya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê axivî û axaftina wî jî di derbarê nirxandina Alaya kurdistanî bû.

 

Herwiha gotina Azadiyên Dirbêsiyê jî hat xwendin ji aliyê mamoste Nîzamedîn Elîko,û gotina wî jî di derbarê dîroka damezirandina Alaya kurdî de bû.

 

Herwiha Hejmarek pir ji Alaya kurdistanî hatin bilind kirin.

Û rojek pir bi nirx bû.

Herwiha Serokê xwecihiya Dirbêsiyê û gundewarê wê di dawiya gotina xwe de Alaya  pîrozî li hemû gelê Kurd kir û spasiya hemû kesên beşdar kir.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.