المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ROJA CÎHANÎ YA JINÊ JI ALIYÊ OFÎSA JIN Û ZAROKATIYÊ YA XWECIHIYA AMÛDÊ YA BI SER ENKSê VE HAT VEJANDIN.

0 109

Di 7ê avdara 2024an de,ofîsa Jinê û Zarokatiyê ya xwecihiya Amûdê ya bi ser ENKSê ve roja cîhanî ya Jin li navenda xwecihiyê vejand.

 

Herwiha Şahî katijmêr di 4ê êvarî de, bi beşdariya jin û ciwanan li navenda encûmena xwecihî hate lidarxistin.

 

 

Di destpêkê de, mamosta Hêlîn Ferman bi xêr hatina hemû mêvanên beşdar kir.Û xulekek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û bi taybet li ser giyanê Barzaniyê nemir rawestiyan bi sirûda Ey Reqîb.

 

Paşê axaftina ji aliyê Berpirsa Yekîtiya Jinên Kurdistana Sûriyê şaxê Amûdê Xanim Sumeya Hac Yûnis ve hat pêşkêşkirin.

 

Herwiha beşdarbûna her du komên folklorê yên Xunav û Serxbûn bi stranên netewî û niştimanî û dîlanên folklorî deng veda û guhdaran kêfxweş kir.

 

Di dawiyê de, Roja Cîhanî ya Jinê li hemû jinên cîhanê û bi taybetî jinên Kurd hat pîrozkirin.

Di dawiya helkeftê de,M.Hêlîn Ferman spasiya hemû beşdaran kir.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.