المجلس الوطني الكوردي في سوريا

AMÛDÊ:CIWANÊN ŞOREŞGER YÊN BI SER PYDê VE ÊRÎŞÎ BAREGEHA ENKSê KIR Û MAL Û MILK ŞEWITANDIN.

0 127

Ciwanên Şoreşger yên girêdayî PYDê êrîşî baregeha ENKSê kir û mal û milk şewitandin.

 

Rêxistina Ciwanên Şoreşger êrîşî baregeha Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê li bajarê Amûdê li Kurdistana Sûriyê kirin, û di encamê de ziyanên madî hebûn.

 

Çavkaniyên taybet ji malpera ENKSê re ragihandin ku Ciwanên Şoreşger şeva borî, Çarşemê (3/6/2024) êrişî baregeha Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê li bajarê Amûdê li Kurdistana Sûriyê kirin, û tekez kirin ku êrîşkaran mal û milkên ku di nav wan de bûn, xirab kirin û şewitandin.

 

 

Herwiha Ciwanên Şoreşger şeva duşemê (4.3.2024) li bajarê Amûdê yê Kurdistana Sûriyê êrişî ofîsa Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriyê kirin û di encamê de ziyanên madî hebûn.

 

Di 1/3/2024 de, çekdarên Tevgera Ciwanên Şoreşger yên girêdayî PYDê,êrişî ofîsa Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriyê li bajarê Kobanê li Kurdistana Sûriyê kirin.Hevdem bi bîranîna 45 saliya koça dawî ya Barzaniyê nemir û ziyanên mirovî û madî hebûn.

 

Herwiha di roja Înê 1ê Adara 2024an çekdarên “Ciwanên Şoreşger” êrişî cihekî taybet ê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Kurdistana Sûriyê kirin, ku cihê bibîranîna koça dawî ya 45 saliya Barzaniyê nemir, li ser girê gundê Xasa Kîkan a girêdayî bajarê Dirbêsiyê ye.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.