المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Rêristina Kewiregoskê ya PDK_Sê, serdana mezara nemiran li devera Barzan Kir.

0 93

Roja înê 7ê Adara 2024an, Rêxistina Kewiregosê ya partiya Demoqrata kurdistan-Sûriya, serdana mezara nemiran “Mela Mustefa Û Idrîs Barzanî ,li devera Barzan kirin..

Û di derbarê vê serdanê de Mihemed Şêrîn endamê komîteya Herêmî ya PDK_Sê, gotinek pêşkêşkir û têde ser kar û têkoşîna Barzaniyê nemir û herwiha berdewamiyê ser xebata wî bi şopînin, û tekez li ser pêwîstiya nûkirina soz û wefadariya bi rêbaza Barzanîyê nemir û bihevre karkirina ji bo serxistina pirojeya netewî ya Kurdistanê kir.

 

Hêjaya were gotin ku dîroka gelê kurd de gelek destanên berxwedan û mêrxasî û qehremanî û şoreşgeriyê hatine tomar kirin, ku ne bi tenê di dîroka kurdî de, lê belê di dîroka cîhanê de cihê xwe girtiye bi rêberiya bavê netewya miletê kurd Mela Mistefa Barzanî.

 

Û tê zanîn ku di sala” 1979″ an de, ji bo nexweşiya penceşêrê li nexweşxana Corc tawn, koça dawî kir,

 

Û herwiha Barzaniyê nemir bi hizir û ramanên xwe gelek xebat û şer û Canfidayî di pirsa kurdî û mafên Kurdistanê de, di kir.

 

Barzaniyê nemir her wê di dilê kurdan de bi mîne…

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.