المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Roja 1 ê Gulanê, roja karker û kedkar e

0 97

Roja 1 ê Gulanê..

Roja Çarşemê 1 Gulanê ,roja Cejna karker û kedkarên cîhanê ye , di derbarî vê helkeftinê serokê Herêma Kurdistanê “Nêçîrvan Barzanî, û serokeezîrê Herêma Kurdistanê “Mesrûr Barzanî” peyamek belav kirin û têde wiha gotin:

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya roja cîhaniya Karkeran peyamek pêşkêş kir ev jî naveroka vê peyamê ye;

Di 1ê Gulanê, roja cîhaniya Karkeran de, gerimtirîn pîrozbayî pêşkêşî Karkerên Kurdistan, Îraq û cîhanê dikim û destê wan digiwêşim û hêviya asûdeyî, xweşgozeranî û serfiraziyê bo wan dixwazim.

Di demekê de ku, bi rêzdarî ve li rol û erkê wan ya di nava proseya avedan kirinê de dinirên, hevdem tekez li ser berdewamiya piştîvanî kirin ji tevahiya maf û daxwazên wan û pêdivî bûna hebûna qanûneke baştir û serdemiyane ku, têde derfetên baş û jiyaneke baştir bo çîna Karkeran hatibe dabînkirin, dikim.

Her di vê bîranîna han de daxwaz ji sendîka û saziyên Karkeran dikim karên baştir bikin û hewlên baştir bidin bo dabîn kirin û parastina mafên Karkeran û afirandina yeksanî di warên derfetên karî de, herwiha lazime aliyên têkildar çavdêriya malbetên wan Karkeran bikin ku, di dema kar de jiyana xwe ji dest dane û girîngiyeke zêdetir bi jiyana wan were dayîn.

1ê Gulanê li tevahiya aliyan pîroz be û hêviya bêhin vedaneke baş bo Karkeran dixwazim.

Û ji aliyê xwe ve jî Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi minasebeta 1ê Gulanê peyameke pîrozbayî pêşkêş kiriye ku, naveroka peyamê wihaye.

Bi minasebeta roja cîhaniya Karkeran, pîrozbayî li tevahiya Karkerên Kurdistan, Îraq û cîhanê dikim, erk û rola berçav ya Karkerên Kurdistanê ya di warê avedankirin û pêşxistina abûriya Kurdistanê de bilind dinirxînin.

Bi vê minasebeta han pêbendiya hikûmeta herêma Kurdistanê ya bo baştir kirina jiyana Karkeran û parastina mafên wan bi taybetî di warê tendirostî, selametiya pîşeyî û dabîn kirina mafên wan yên bingehîn dubare dikin.

Roja cîhaniya Karkeran pîroz be û hêviya jiyaneke şayiste û baştir bo wan dixwazim..

 

Ragihandina ENK_Sê
Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.