المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Hejmara Kuştiyan li Sûriyê Ji Destpêka Meha Nîsana 2024 an.

0 110

Hejmara Kuştiyan li Sûriyê Ji Destpêka Meha Nîsana 2024 an.

Îro roja Çarşemê 1 Gulana 2024an, Rewangeha Sûrî ya mafê mirovan di raporta xwe de kuştina 68 kesên sivîl ji destpêka Nîsana 2024 an belge kir, ku ji wan 3 jin, û 13 zarokin.

 

Ji aliyê xwe ve Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan, careke din bang li aliyên navdewletî dikin ku bi ciddî û berdewam kar bikin, ji bo rawestandina rijandina xwîna gelê Sûriyê, yê ku rûbirûyê zilm û neheqiyê bûye ji bo ku bigihêje dewleteke demokrasî, azadî, û wekheviyê.

 

Herwiha Rewangeha Sûriyê tekezî li ser berdewamiya çavdêrîkirin û belgekirina komkujî, binpêkirin, tawanên şer û tawanên dijî mirovatiyê yên ku li dijî gelê Sûriyê hatine encamdan, ji bilî weşandina amarên derbarê wan û ziyanên mirovî, ji bo rawestandina berdewamiya komîsyona van tawan, binpêkirin û tawanên li dijî gelê Sûriyê, û dadgehkirina tawankarên wan bo dadgehên dewletê yên taybet were kirin.

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.