المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Rewşa Bazarên gelêrî li Kurdistana Sûriyê ..

0 61

Rewşa Bazarên gelêrî li Kurdistana Sûriyê ..

 

 

Di berdewamiya kirîza Aborî û mirovî li Sûriya bi tevayî, nexasim li Rojavayî kurdistanê bi taybetî her ku diçe aloztir dibe , tê wateya ku piştî 13 salan ji şerê navxweyî bi awayekî rasterast hiştiye ku miletê Sûriyê rastî pirsgirêk û rûbirûyî jiyaneke bibandor di hemû warên jiyanê de ji aliyê qeyrana aborî, birçîbûn, metirsî, bêkariyê,nearamî, binpêkirinên tund de derbas bibe, di encamê de ev yek dihêle ku rewşa aborî bibe sedema sereke ji hejariya welatiyan li seranserî Sûriyê bi giştî bê guman dubarkirina bilindbûna berdewan a nirxan weku kerestên xwarinê, derman, embêrên elketrîkê piştî zêdetirî Sê mehan ji birîna kerebaya Niştîmanî bi timamî li ser Herêmên Kurdî , û herwiha têkçûna binesazî û xizmetguzariyên din ê sereke ên pêwîst yên jiyanê , dibin cihê nerazîbûna hemwelatiyên deverê , ji aliyekî din ve bilindbûn û guhartina berdewam a nirxê dolarên Amerîkî li hember lêreya Sûrî ev yêk bandoreke neyînî û bargiraniyekê zêde li ser jiyankirina welatiyan çê dike ji bo gihiştina bidestxistina xizmetên bingehîn nexasim bandora wê li ser kirîn û firotinê di nava bazarê de dike, ji ber vê yekê Li herêmên kurdî li Kurdistana sûriyê, her roj di heftiyê de bazarên demkî ku bi bazarên gelêrî tê naskirin li tax û bajarên kurdî tên danîn û nexasim piştî bilind bûna nirxê hemû pêdewistiyan li bazara bajêr êdî hejmara xelkê li va sûkan zêde dibe..

 

Di derbarî nirxê hemû alavan û liv û tevgera hemwelatiyan di nava bazarên gerok de li Rojavayê Kurdistanê de bi çi awayî ye..

 

Ku li ser vê mijarê firoşkarek ku nava bazara demkî de Kar dike, bi zelalî behsa dîroka wê dike ji rojnameya Kurdistan re : Ku bazarên demkî, ew bi bazarên gelêrî ango bi bazarên gerok tên naskirin di nava herêmên kurdî li Kurdistana sûriyê li cihên cuda û berfieh de têne danîn, ku her roj di heftiyê de ev bazar ji taxakê bo taxaka din tên veguhastin û navê xwe ji navê roja ku ew têde tê li darxistin wergirtiye, û tevlîheviyeke baş di van bazaran de em dibînin û çêdibe û tevgera xelkê ji pir çalak dibe, nexasim piştî bûhabûna nirxan de ku her kes seredana va sûka dikin ji destpêka rojê de û bi taybet Jin ji ber hebûna piraniya pêwestiyên mal pê hewcedar bê ku dikarin bikrin bi nirxekî erzantir ji sûka mezin de ku hemû alavên malan têde peyda dibin, herwiha berdewam kir gotina xwe ku Bazarên gêlerî ji bo gelek malbatên hejar re ji çavkaniyek aborî ya baş e, ji ber ku firoşkar kelûpelan bi rêjeyeke mezin tînin û bi buhayekî erzantir li gorî buhayê heman kelûpelan ên li bazaraên bajêr difiroşin û ji aliyekî din ve ev bazar pêdiviyên gelek malan peyda dike û ne tenê xelkê taxê lê navçeyên derdora bajar jî serdana va bazaran dikin.

 

Û ji rexekî din ve di çarçoveya vê babetê de welatiyeke Jin ji Qamişlo di nava bazara Pênçşemê de ji Rojnameya Kurdistan re di vê mijarê de ragihand û anî ziman : ku mirov neçar dibe her roj berê xwe bide nava bazarê de ku pêdewistî û pêdeviyên xwe ji xwarinê û şînahiyê rojana bi dest bixe, û berdewam kir piştî vê kirîza aborî ya li Sûriyê hatî rûdan û her tişt buhabûye ji vê yekê em berê xwe didin bazarên gerok da ku xwestekên malê bibûheyekî erzantir peyda bikin ji ber ku ew hejarin û dahata wan ya mehana têre wan nake êdî zehmetiyan dikşînin di debara jiyana xwe ya rojana de.

 

hêjaya were gotin ku dema mirov derbasî nava ve sûkan dibe tevlîheviyeke dibîne ji aliyê belavbûna cûreyan ji firaxan û şînahî û cil û bergan, û her bazirganiyek konek Yan otombîla xwe kiriye cihê ku bazarê têde bike û li her deverekî di herêmên kurdî de li Kurdistana sûriyê tên danîn wekî bajarê Qamişlo, Çilaxa, Amûdê, Tirpespiyê, û navê ve sûkên gelêrî li gorî roja têde tên danîn di heftiyê tê kirin….

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.