المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ZÊDETIRÎ 200 BÛYERÊN BINÇAVKIRINA KEYFÎ LI SÛRIYÊ DI NÎSANA BORÎ DE HATINE TOMARKIRIN.

0 90

ZÊDETIRÎ 200 BÛYERÊN BINÇAVKIRINA KEYFÎ LI SÛRIYÊ DI NÎSANA BORÎ DE HATINE TOMARKIRIN.

 

Zêdetirî 200 bûyerên binçavkirina keyfî li Sûriyê di Nîsana borî de hatine tomarkirin

 

 

Tora Sûrî ya Mafên Mirovan eşkere kir ku di meha Nîsanê de herî kêm 212 bûyerên binçavkirina keyfî li Sûriyê hatine tomarkirin.

 

 

Tora Sûrî ya Mafên Mirovan got ku herî kêm 212 haletên girtina keyfî, “girtinê”, di nav wan de du zarok û heft jin li seranserî Sûriyê hatine tomarkirin, û 174 ji wan bûne haletên windakirina bi zorê.

 

 

Li gorî Tora Sûriyê ya Mafên Mirovan, bûyerên revandinê wiha ne:

 

 

– 98 ji wan halan di destê hêzên rejîma Sûriyê de bûn, di nav wan de du jin hebûn.

 

– 62 hale di destê Hêzên Sûriya Demokratîk de, ji wan 9 zarok û 3 jin.

 

– 41 hale di destê hemû aliyên opozîsyonê yên çekdar de, di nav wan de du zarok û du jin.

 

– 11 hale li ser destê Heyet Tehrîr Elşam.

 

Li gorî toreyê, hejmara herî zêde ya girtinên keyfî li parêzgeha Helebê ye, piştî wê Dêrezorê, li dûv gundewarê Şamê, paşê Humsê, paşê Şam, paşê Idlib û Hesekê, paşê Derha.

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.