المجلس الوطني الكوردي في سوريا

REWŞA BAJARÊ DIRBÊSIYÊ Û EBÛ RASÊN PÎŞTÎ RAKIRINA DÎWARÊ RASTA GUNDÊ CANTEMIR …

0 159

 

Ji diho êvarî de di 19.10.2019an de,hin ji xelkên bajarê Dirbêsiyê û bajarokê Ebû Rasên ji malên xwe derketin bi taybet piştî artêşa Tirkiya û komên Çekdar dîwarê hatibû lêkirin seranserî sînorê xwe Û Kurdistana Sûriye li rasta gundê Cantemir hat rakirin ku dikeve navbera bajarê Serê kaniyê û bajarê Dirbêsiyê .

Di derbarê vê yekê welatiyekî ji bajarokê Ebû Rasên ji malpera me re axivî û anî ziman:” Ji destpêka êrîşî Tirkiya û komên Çekdar yên bi ser wê ve li ser deverên Kurdistana Sûriya xelkên herêmê ji malên xwe derketin ji ber metirsiya ketina toman û guleyan , Lê piştî biryara agirbestê hatibû ragihandin  bi Rêkeftina Emrîka û Tirkiya , lê komên Çekdar êrîş ranewistandin li ser herêmên me lê vê carê xelkên herêmê malên xwe bi giştî bardikin tev alavên xwe ji diziyên ku çekdarên Opozisiyona Sûrî ku dikin .”

ev yek bû cihê metirsiyê li cem xelkên herêmê , Ji ber ku rêkeftina di navbera Turkiya û Emerîkan de ne zelale li cem xelkên herêma Kurdistana Sûriye , û komên çekdar yên girêdayî dewleta Tirk ya Dagîrker kuştina sivîlan dikin û diziya xaniyan dikin talan dikin  ..

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.