Home / Uncategorized / RÊVEBERÊ RÊXISTINA TENDURISTIYÊ YA CÎHANÊ DERBASÎ BAKURÊ ROJAVAYÊ SÛRIYÊ DIBE

RÊVEBERÊ RÊXISTINA TENDURISTIYÊ YA CÎHANÊ DERBASÎ BAKURÊ ROJAVAYÊ SÛRIYÊ DIBE

Rêvebirê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî Tîdros Adhanom Gîbryosûs, serdana hejmarek nexweşxaneyan li bakurê rojavayê Sûriyê kir, di yekem seredana berpirsekî pilebilind ê NY piştî erdhejê kir.

Û Ajansa Frans-Pirs got, “Gîbryosûs gihîşt Idlibê,û serdana sê nexweşxaneyên li Bab Elhawa, Aqrabat û Sarmada, û penagehek ji bo kesên ku ziyan dîtine li bajarokê Kefir Losîn kir.”

Herwiha eşkere kir ku “Ev yekem car e ku berpirsekî pilebilind ê Neteweyên Yekbûyî piştî erdhejê serdana herêma Idlibê dike, ku di bin kontrola Tehrîr El-Şam de ye”.

Herwiha berpirsê NY got:” Krîza aborî li welat sal bi sal xirabtir dibe, ji ber ku mûçeya mehane ya navîn tenê têra sê rojên xwarinê dike, ku di sê salên borî de deh qat zêde bûye”.

Wek tê zanîn erdheja ku di 6ê sibatê de li Sûriyê û Tirkiyê pêk hat, bi dehhezaran avahî hilweşiyan û zêdetirî 43 hezar kes li her du welatan jiyana xwe ji dest dan.

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Elî Fetah

About ferhad Şêxo

Check Also

CEJNA NEWROZÊ JI ALIYÊ XWECIHIYA AMÛDÊ YA BI SER NKSÊ VE HAT VEJANDIN.

Di roja Sêşemê 21ê avdarê sala 2023an de,cejna Newrozê ya netewî ya gelê Kurd, ji …

Leave a Reply

Your email address will not be published.