المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Kurtejiyana Bavê Mezin nemir Mela Mistefa Barzanî ..

0 60

Di dîroka gelê kurd de gelek destanên berxwedan û mêrxasî û qehremanî û şoreşgeriyê hatine tomar kirin, ku ne bi tenê di dîroka kurdî de, lê belê di dîroka cîhanê de cihê xwe girtiye bi rêberiya bavê netewya miletê kurd Mela Mistefa Barzanî.

Mela Mustefa kurê Şêx Mihemedê Barzanî, ji dayîkbûna sala” 1903″ an de, li gundê Barzan, û herwiha deme êrîşkirina hêzên Osmaniyan li ser çend deverên Kurdistanê di Sala “1906 ” an de, Şêx EbdElselam Barzanî birayê mezin yê Barzanî hat girtin, ku Barzanî di wê demê de” Sê “salî bû, û li gel dayîka xwe ji aliyê Osmaniyan ve hatine girtin û” Nih” mehan di zindanê de man.
Û herwiha di derbarî dîrok û xebata Mela Mistefa di warê leşkerî û siyasî de :

Barzaniyê nemir li ser hizir û ramanên neteweyî û bi kurd perwerî mezin bû.
_ Mela Mistefa di sala “1930 _1932 ” an de, bi roleke pir girin beşdarî Şoreşa “Şêx Mehmûd”, û herwiha şoreşa Yekem ya Barzanî bû.
_ Di sala “1943 _ 1945 ” an de, bi serfirmandariya Barzanî, hêzên barzaniyan şer û berxwedanên dijwar, li dijî Îngilîzan û hêzên dewlata Îraqî kirin.

_Di sala 1946 an, Mela Mistefa û bi hezarên pêşmerge tevlî Komara kurdistan li Mihabadê bûn, û li wir Barzaniyê nemir dibe serfirmandarê giştî yê leşkerê komarê û pileya Cenêraliyê werdigire.

_Di sala “1946 ” an de, Partiya Demoqrat Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê  bi destê Barzanî hat damezirandin.

_Di sala” 1947 ” an de û piştî herifandina Komara Kurdistanê li Mihabadê, Mela Mistefa û “500 ” ji pêşmergeyên barzaniyan, di nav sînorên” 3 ê “,dewletan, “Îran,Îraq, Tirkiyê”, bi meşê û bi koçeke dîrokî berê xwe dane Yekîtiya Soviyêtê, Barzanî li gel hevalên xwe” 12 ” salan li wir dimînin.

_Di sala “1958 ” an de, piştî rûxandina rêjîma Melekî li Îraqê, Barzanî û gelek hevalên xwe vegeriyan Welatê xwe.

_Di “1” ê êlûna sala “1961 ” ji bo bidestxistina mafên neteweyî ji gelê kurd re, Şoreşa Kurd, bi serokatiya Barzanî, destpêkir, piştî şerên dijwar û xebateke dûvûdirêj.

_Di “11 ê ” adara sala “1970 “an, berpirsiyarên kurdan û Hikûmeta Iraqê, li ser autonomiyê ji gelê kurd re lihevkirin, lê rêjîma Be’s, xwe nade ber pêkanîna xalên giring ji peyama Adarê.

Û herwiha dîroka tevgera kurdî de, rêberê neteweyî, yê herî bi nav û deng,” Barzaniyê “nemir bû, serokê Partiya Demoqirata Kurdistanê bû,
Di sala” 1979″ an de, ji bo nexweşiya penceşêrê li nexweşxana Corc tawn, koça dawî kir,
Û herwiha Barzaniyê nemir bi hizir û ramanên xwe gelek xebat û şer û Canfidayî di pirsa kurdî û mafên Kurdistanê de, di kir.
Barzaniyê nemir her wê di dilê kurdan de bi mîne…

Ragihandina ENKS ê
Raport … Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.