المجلس الوطني الكوردي في سوريا

SALVEGERA “44YEMIN” LI SER KOÇA DAWÎ YA BAVÊ NETWA KURD MELA MISTEFA BARZANÎ HAT VEJANDIN.

0 59

Her Sal di 1ê avdarê de,gelê Kurd li seranserî Cîhanê bîranîna koça dawî ya bavê neteweya Kurd Mela Mistefa Barzanî vedijînin.

Di roja Çarşemê 1.3.2023an de,bîranîna salvegera 44 yemin li ser koçkirina dawî ya Barzaniyê nemir hat vejandin, Ji aliyê her du xwecihiyên bajarê Hesekê ya rojava û rojhilat yên bi ser ENKSê ve, li gundê Cemîliyê yê bi ser bajarê Hesekê ve.

Herwiha bi beşdarbûna kesayetên serbixwe û nûnerên civaka sivîl û rewşenbîr,

herwiha bi beşdarbûna nûnerên partiyên siyasî û kesayetên civaknasî û olî , herwiha bi beşdarbûna rêxistinên jinan û ciwanan û xwendekaran jî.

Herwiha bi beşdarbûna xelkên herêma bajarê Hesekê.

Piştre xulekek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û bi taybet li ser giyanê Barzaniyê nemir û qurbaniyên erdhejê yên herêmên Kurdî rawestiyan bi sirûda neteweyî Ey Reqîb.

Herwiha birêz Elî Dawid endamê Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê gotina ENKSê xwend û têde beşek ji jiyan, têkoşîn û qurbanîdana Barzaniyê nemir nirxand

Û gotina Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriya ji aliyê mamoste Ibrahîm Ereb endamê komîta herêmî ya Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriya ve hat pêşkêşkirin û tê de çendîn helwestên Barzaniyê nemir û têkoşîna wî hat nirxandin.

Piştî axaftina Partiya Demokrat a Kurdistanê, helbest ji aliyê her du helbestvanan ve bi navên Seyfedîn Qadrî, serokê şaxê Hesekê yê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê û Imran Munteş, endamê ofîsa cîbicîkar ya yekîtiyê hatin xwendin û têde Têkoşîna Barzanî yê nemir û qurbanîdana qehremaniya Pêşmergeyan hat nirxandin.

Piştî bi dawî hatina gotinan, beşên wêjeyî û helbestî dest pê kir û helbestvan Yûnis Hemê Bavê Serbast bi minasebeta han helbestek xwend û tê de pesnê rêberê nemir da û hestên xwe yên dilpak ji Barzanî û rola wî ya di têkoşîn û tekoşînê de diyar kir.

Piştî wî helbestvan Imran Munteş bi dengê xwe yê xweş, li ser vê minasebetê û aliyên netewî yên koça dawî ya bavê manewî yê neteweya Kurd Mela Mistefa Barzanîyê nemir helbestek pêşkêş kir.

Piştî wî helbestvan Seyfedîn Dawûd helbestek li ser jiyana Barzanî xwend û ji ber wateyên giranbuha û xweşbêjiya di derbirînê de, bû heyrana amadebûyan.

Her wiha rêzdar Tahir Selîm ji ber pêşwaziya germ û mîhvandariya xwe ji aliyê girseya gel û komîteya amadekar a vê helkeftê li gundê xwe (Cemîliyê) ji aliyê endamê ofîsa siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriya birêz Beşar Emîn ve hat rêzgirtin.

Paşê dest bi sitranê kirin û gelek sirûdên binavûdeng û niştimanî pêşkêş kirin ku helkeft û jiyana Serok Barzanî diyar dike.

Herwiha helkeft bi dûbarekirina gelek spas ji bo beşdaran ji bo hemû çalakî û beşên wê yên siyasî, çandî, civakî, jin, ciwan û werzîşî bi dawî bû.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.