المجلس الوطني الكوردي في سوريا

RAYDER:AMERÎKA ÇAVDÊRIYA REFTARÊN ÎRANÊ LIGEL EŞÎRÊN LI ROJHILATÊ SÛRIYÊ BERDEWAM DIKE.

0 141

RAYDER:AMERÎKA ÇAVDÊRIYA REFTARÊN ÎRANÊ LIGEL EŞÎRÊN LI ROJHILATÊ SÛRIYÊ BERDEWAM DIKE.

 

Amerîka çavdêriya reftarên Îranê ligel eşîrên li rojhilatê Sûriyê berdewam dike

 

Wezareta Berevaniya Amerîkayê tekez kir ku ew berdewam çavdêriya reftarên Îranê ligel eşîretên navçeyên rojhilatê Sûriyê û hevtayên wê yên li aliyê din ên sînorê bi Iraqê re dikin, bi armanca berfirehkirina bandora xwe li navçeyê.

 

Pat Rayder, sekreterê rojnamevanî yê Pentagonê,di roja Înê (10.5.2024an )de li Waşintonê di civîneke çapemeniyê ya berfireh de got: Reftara Îranê bi êlên li herêmên rojhilatê Sûriyê re ne nû ye û awayê karê Îranê perwerdekirin û bandorkirina komên wekalet e, di çarçoveya siyaseta derve ya bi armanca derxistina Amerîkayê ji Rojhilata Navîn.”

 

 

Rayder got”Dema dor tê ser deverên eşkerekirî yên mîna Sûriyê, em dê berdewam bin li ser mîsyona têkbirina DAIŞê, lê em ê hay ji metirsiyên herêmî yên berfireh jî biparêzin ji ber ku em bi hevalbend û hevkaran re dixebitin da ku çavê xwe li wê yekê bigirin,”

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.