المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî dewriyeke leşkerî li gundewarê rojhilatê Dêra Zorê pêk anî.

0 108

Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî dewriyeke leşkerî li gundewarê rojhilatê Dêra Zorê pêk anî.

 

 

 

Çavkaniyên medyayî yên Sûriyê eşkere kirin ku hêzên hevpeymaniya navdewletî li gundewarên rojhilatê Dêrezorê dewriyeke leşkerî pêk anîn.

 

Li gorî Çavkaniyên medyayî yên Sûriyê ragihandin ku îro Înê 10.05.2024 hêzên hevpeymaniya navdewletî dewriyeyeke leşkerî ji baregeha xwe ya li kêlgeha petrolê ya El-Omer li biyabana Zîban pêk anîn û ev dewriye ber bi bajarokê El-Şihêl li gundewarê rojhilatê Dêra Zorê ve çû.

 

Tê zanîn ku di 8ê Gulanê de, Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî dewriyeyeke leşkerî ku ji 5 otombîlên Bradley pêk dihat li bajarokê Girkê Legê li Kurdistana Sûriyê, ku ji barageha Xerab El-Cir dihatin pêk anî, ji bo şopandina pêşhatên li herêmê.

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.