المجلس الوطني الكوردي في سوريا

“50” Sal li ser şehîdbûna xebatkara Kurd ” Leyla Qadim ” re derbas dibin.

0 165

“50” Sal li ser şehîdbûna xebatkara Kurd ” Leyla Qadim ” re derbas dibin.

 

Di derbarî Kar û xebata Leyla Qasim di nava tevgera kurdî de :

 

 

Pêşmergeya kurd Leyla Qasim yek ji wan keçan bû ku di dîroka siyasî ya Kurdistanê de wekî pêşeng û qehremana şoreşgeriyê rêka azadiyê hat naskirin.

 

 

Leyla Qasim ji dayîk bûna sala “1952 ” an de, li bajarê Xaniqîn yê başûrê Kurdistanê, û ji malbateke xwedan neteweyî û welatperwerî bû,

 

Û di sala “1974 ” an de, tevlî nava refên PDK ê, bû û herwiha bi awayekî çalak beşdarî Kar û xebatê di bû, û şehîda Leyla peyama serbilindî û berxwedanê bû li hember dujminan.

 

Û di sala “1970 ” an de, bi çalakiyên xwe yên siyasî li dijî Hikûmeta Ba’s a faşist rabû, û ji ber vê yekê rastî zordarî û astengiyan dihat.

 

 

_Û di sala “1974 ” an de, bajarê” Qeladizê ”piştî êrîşkirina Kurdistanê ji aliyê rêjîma Iraqî ve, ku di encamê de gelek xwendevanên kurd şehîd ketin û birîndar ketin, û li hember van hovîtiyên rêjîma “Iraqê ” gelek xwendevan û sivîlan berê xwe dan çiyayê Kurdistanê û tevlî hêzên Pêşmergeyan bûn.

 

 

Şehîda pêşmerga “Leyla Qasim” di wê baweriyê de bû ku divê xebat ne tenê li çiyayê Kurdistanê bê, lê xebata herî giran, pêwist e di nava cergê dijminan de be..

 

 

Û herwiha ji ber Kar û têkoşîna Qasim û çar hevalên wê hatine girtin ji aliyê rêjîma “Iraqî ” ve, û di girîgehê de rastî Îşkenceyê û azarên pir mezin dihatin kirin,

 

Û navê wan ev bûn :

 

_ Hesen Heme Reşîd

 

_ Nerîman Fuad

 

_ Azad Silêman Mîran

 

_Cewad Hemewendî.

 

 

Û herwiha di yekem serdana malbata wê di girîgehê de Leyla ji wan xwest ku cil û bergên nû jê re bînin di serdana bê de,

 

Û her malbata wê ev xwestekên wê jê re pêk anîn, û Şehîda Leyla di wê serdanê de hin piskên porê xwe birî û diyarî xwîşka xwe kir, ku bibe bîranîn li ser Kar û xebata wê di ber doza azadîxwaziya gelê kurd.

 

 

 

Û di roja “12 ” Gulana “1974 ” an de, bi destê Hikûmeta Be’s Ya Iraqî ve, hat bidarvekirin.

 

Û ji wê rojê û heta niha bû simbola Jina kurd a şervana azadî û rizgariya Kurdistanê.

 

 

 

Û herwiha gelê kurd li hemû perçeyên Kurdistanê Şehîda Leyla Qasim, wekî qehremaniyeke netewayî dibînin, ku îro bi hezaran keçên kurd li ser şopa têkoşer û xebatkar Şehîda pêşmerga Leyla Qasim ku bûye sembola canfîdayî a keç û jinên kurd…

 

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.