المجلس الوطني الكوردي في سوريا

GREV LI ÎRANÊ DI ROJA SÊYEM BERDEWAM DIKE.

0 61

Xwenîşanderên Îranê bû roja SÊYEM grev berdewam dikin. di çarçoveya xwenîşandanan de piştî kuştina keça Kurd Jîna Amînî di nîvê meha Îlona îsal de li ser destê hêzên ewlekarîyê rêjîma Îranê.

Di êvara Duşemê, gireva giştî bo heyama sê rojan dest pê kir, di wêneyan de girtina deriyên dukanên wan ji aliyê bazirgan û firoşkarên bi dehan bajarên Îranê ve hatiye belgekirin.

Li gor daxuyaniya Encûmena Hevkariya Xwepêşandana Karkerên Peymana Neftê, nêzî 500 karkerên girêbestî yên ku di şirketeke tankên petrokîmyayê de li başûrê rojavayê Îranê dixebitin jî dest bi grevê kirin.

Di vê navberê de xwendekarên gelek zanîngehan jî beşdarî grevê dibin.

Tepeserkirina xwepêşandanan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat şermezarkirin.

 

Herwiha xwepêşandan li çend bajarên Îranê bi taybetî paytext Tehran, parêzgeha Xorasanê, Fars û Meşhed li bakurê rojhilatê Îranê berdewam bûn.

 

Xwepêşanderan dirûşmên şermezarkirina kiryarên rêjîma Îranê bilind kirin, di heman demê de karbidestekî Îranî diyar kir ku bi fermana Serdozgeriya Komarê, erka bi navê “polîsê exlaq” bi dawî kir.

 

Herwiha Çalakvanên Îranî û welatên rojavayî girîngiya daxuyaniya Îranê ya derbarê rakirina polîsên exlaqî kêm kirin.

 

Herwiha wezareta Derve ya Amerîka got ku wê delîlên ku rejîma Îranê reftarên xwe bi jin û keçan re baştir kiriye yan jî tundiya xwe ya li dijî xwenîşanderan rawestandiye, peyda nekirine û pesna “cesareta xwepêşanderan” da.

 

Wezareta Derve ya Almanyayê jî ragihand ku “Xwepêşanderên Îranî dixwazin bi azadî û serbixwe bijîn û rakirina polîsên exlaqî vê mijarê bi ti awayî naguherîne.”

 

Herwiha dezgehek mafên mirovan ya bargeha wê li dewletên Yekbûyî got:

Rakirina yekîneyên polîsê exlaq dê pir hindik be, pir dereng be, ji bo xwepêşanderan, yên ku aniha banga guhertina tevahiya pergalê rêjîmê dikin.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.