المجلس الوطني الكوردي في سوريا

HESEKÊ:CIWANÊN ŞOREŞGER BI BOMBEYÊN DESTAN MALA FESLA YÛSIF Û MEHMÛDÊ OCÊ ARMANC KIRIN.

0 52

Komek ji Ciwanên şoreşger yên bi ser PYDê ve, piştî nîvê şeva roja Çarşemê/berî şevqa roja Pêncşemê,di 20.10.2022’an de, bi bombeyên destan êrîşî mala endama desteya serokatiya ENKSê sekretêra PYDKê xanim Fesla Yûsif û Mehmûdê Ocê, endamê xwecihiya Hesekê ya bi ser ENKSê ve, li bajarê Hesekê.

Li gorî çavkaniyan, komek rûgirtî bombeyên destan avêtin mala xanim Fesla Yûsif a li taxa Ezîziyê û mala Mehmûdê Ocê ya li taxa Kelasê.

Li gorî zaniyariyan ziyanên her du êrîşan tenê bi ziyanên madî sînordar bûn, ji ber ku bûn sedema şikandina pencere û derî, û çêbûna valahî di dîwarên her du malan de.

Li gorî çavkaniyên taybet di roja Çarşemê,19.10.2022’an de jî, komek ji ciwanên şoreşger yên bi ser PYDê ve, (ji nêzîkî pêncî xortan pêk dihat) bi molotofan êrişî avahiya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî û çend avahiyên din ên Neteweyên Yekbûyî li bajarê Qamişlo kirin.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.