المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Qamişlo..Şîna xebatkar û parêzer ” Sebrî Mîrza “hate li darxistin..

0 66

Roja çarşemê7ê Hezêrana 2023an,partiya Yekîtiya kurdistanî-Sûriya şîna xebatkar û parêzer “Sebrî Mîrza” li Hola Barzanî li Qamişlo li darxist…

 

Û tê zanîn ku diho roja sêşemê 6ê Hezêrana 2023an, termê xebatkar ” Sebrî Mîrza” ji aliyê serkirdayetiyên Encûmena Niştimaniya kurd li Sûriya ENK-S ,û endam û serkirdayetiyên partiya Yekîtiya kurdistanî-Sûriya û kesûkarên wî ve hate pêşwazîkirin..

 

Û termê “Sebrî Mîrza “li goristana Diyarî Felekê yê bi ser gundê Otlca” ve bi xakê hate spartin.

 

Û roja çarşemê 7ê Hezêranê de şîna wî li ofîsa partiya Yekîtiya kurdistanî-Sûriya li Qamişlo hat li darxistin .

 

Û hêjaya were gotin ku xebatkar ” Sebrî Mîrza ” bi geşbûna hestên xwe yên netewayî û kurdayetiyê di sala 1968 tevlî nava refên Partiya çep a kurdî bû ,heta kongirê siyam di sala 2000an de bû endamê Komîta siyasî ya Partiya Yekîtî heta kongreya 8an di dawiya sala 2018an de, û piştre xebatkar ” Sebrî Mîrza ” ji bo sedemên tendirustî ji dev partî berde li kar û xebata û xizmeta wî ji bo gelê kurd û tevgera wî ya siyasî û niştîmanperwerî û kurdperwerî nihate rawestandin..

 

Û di roja 3ê Hezêranê 2023an, xebatkar ” Sebrî Mîrza ” çû ber dilovaniya xwedê..

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.