المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Ezmûnên dawiya salê yên refê 12 an li seranserî Sûriyê destpêkir…

0 107

Roja çarşemê 7ê Hezêrana 2023an, ezmûnên asta navendî yên refa 12an,bi hemû beşên xwe yên zanistî û wêjayî li seranserî Sûriyê destpêkirin , û li navendên cuda ezmûn hatin pêşkêşkirin..

 

Û herwiha roja 8ê Hezêrana 2023an, xwendekarên refê 9an jî ezmûnên xwe bi rê ve bibin…

 

Li gorî wezareta perwerde ya Sûyriê belav kir ku Îsal hejmara pêşkêşkarên refa 9 an , li seranserî Sûriyê gihiştiya 321494 hezar şagirt û li 2718 navend hatin belavkirin…

 

Û hejmara pêşkêşkarên refa 12an ,gihişta 229509,ji wan 153339 xwendekarên beşên zanistî û 76170 yên beşên wêjayî ne..

 

Û hêjaya were gotin ku ezmûnên pola 9an ji 8ê Hezêranê ta 25ê pûşberê..

 

Û pola 12an, ji 7ê Hezêranê ta 26ê wê berdewam be , û di heman demê de jî toreya înternêtê di katijmêrên ezmûnan de wê were birîn li gorî biryara hatiye standin ji wezareta perwerdeyê….

 

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.