المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Salvegera 6emîn ser koçbarkirina helbestvanê kurd ” Ferhad Ecmo “

0 62

Di roja 8ê Hezêrana sala 2017an de , helbestvanê kurd ê navdar” Ferhad ê Ecmo” çû ber dilovaniya xwedê lê li pişt xwe berhemekî zêrîn ji helbestan dihêle …

 

Ferhad ê Ecmo ku her dem hezkirina wî di dilê gelê kurd de wê zindî bimîne ….

 

“Ferhad Ecmo “Derbarê Jiyan û dîroka wî ya hunerî de :

 

ku di sala 1960 an de li bajarê Qamişlo ji dayîk bûye ,û sala 1984an de bawenameya Endeziyariya şaristanî ji zanîngeha Helebê wergirt..

 

Û di sala 1978 helbestvanê kurd ” Ferhad ê Ecmo” derbasî warê helbestan bû û êdî bo xwedanê Heft dîwanên helbestan,…

 

Û herwiha ji berhemên Ecmo pirtûka bi navê Piştî çê, Qêrîna yekemîn, Evîna te, Mişta zozan, Landik yek , landik du, yên taybet bi Zarokan, ku Ecmo ji helbestvanên ku helbest ji bo Zarokan di nivîsand…

 

Û herwiha gelek ji helbestê Ecmo ji bo zimanê Erebî hatine wergirandin û di gelek kovar û rojnameyan de hatine belavkirin …

 

Û helbestvanê kurd ” Ferhad Ecmo ” gelek giringî da helbesta strana û hejmarek mezin ji hunermendên kurd sûd ji wê yekê wergirtin…

 

Helbestvanê kurd ” Ferhad ê Ecmo ” hejmarek xelat û rêzgirtin di jiyana xwe ya hunerî de wergirtiye ,ji wan xelatan ,xelata Ebdulrehmen Aloçî ,Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnemavanên kurd li Sûriya, Nûredîn Zaza, peymangeha Bedirxan ya zimanê kurdî û hejmarek xelatên din mîna peymangeha Cegerxwîn…

 

Û herwiha helbestvanê kurd ” Ecmo” rastî nexweşiyeke giran hat piştî têkçûna rewşa Ecmo ya tendirustî ew bo Hewlêrê Paytexta herêma kurdistanê hat veguhastin…

 

Û piştî encamdana niştegeriyeke hestiyar Ecmo careke din vegeriya bajarê Qamişlo, tevî wergirtina çareseriya pizîşkî lê nexweşiya Ferhad Ecmo girantirbû , û di roja 8 ê pûşberê de sala 2017 an ,Helbestvanê kurd ” Ferhad ê Ecmo ” çû ber dilovaniya xwedê ..

 

Û bi merasîmeke geş ji aliyê xelkê deverê û kesayetên siyasî û nivîskar û rewşenbîrî û kesayetên serbixwe li goristana Hilêliyê li bajarê Qamişlo bi xakê hate spartin…

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.