المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Xwecihiya Girkê Legê civîna xwe ya asayî li darxist..

0 53

Encûmena Xwecihiya Girkê Legê ya bi ser ENKSê ,roja şemiyê 2/12/2022 22an, li Hola şehîd Nisredîn Birhik li ofîsa PDK-Sê civîna xwe ya asayî li darxist bi amadebûna piraniya endaman..

Di destpêkê de xuleke bêdeng rawestiyan ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir …

Di derbarê rewşa rêxistinî de, rapora ji ofîsa karûbarê encûmenên xwecihî hat xwendin û ji aliyê hemû endaman ve hat gengeşe kirin.

Û di naveroka vê civînê de mijar û babetên rêxistinî û siyasî hate gengeşekirin..

Û di derbarê rewşa siyasî de pêşhatên dawî yên siyasî li Kurdistana Sûriyê û li ser asta herêmî û navdewlatî û navxwe gotûbêjkirin..

Û herwiha derbarê li darxistina kongireya 4an ya Encûmena Niştimaniya kurd li Sûriya behiskirin..

Û her di civînê de amadebûyan derbarê rewşa rêxistinî de baş rawestiyan û çawaniya pêşxistina karê encûmenê û çalakkirina wê di nava cemawer de..

Û ji rexekî din ve di civînê de ser rewşa aborî ya zehmet ku milet têde derbas dibin li kurdistana Sûriyê de behiskirin…

Û herwiha di civînê de amadebûyan derbarê Roja Ala kurdî ku di keva 17 ê mehê de û li darxistina çalakiyan bi vê helkeftê de baş rawestiyan…

Ragihandina ENKSê
Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.