المجلس الوطني الكوردي في سوريا

PYDKÊ YA BI SER ENKSÊ VE SERDANA GORA TÊKOŞER Û XEBATKARÊ MEZIN ISMA’ÎL UMER KIR ….

0 48

Bi boneya 12emîn salvegera koçkirina têkoşer û xebatker serokê partiya Yekîtî “Isma’îl Umer”şandek ji Partiya Yekîtiya Dîmiqratî Kurdistanî ya bi ser ENKSê ve,di roja Duşemê 17.10.2022’an de,katijmêr 5ê êvarî serdana gora têkoşer Isma’îl Umer ,li gundê Qerequyê yê bi ser bajarê Dirbêsiyê ve, li Kurdistana Sûrî kirin.

 

Herwiha şanda PYDKê bi serokatiya xanim Fesla Yûsif, sekretêra PYDKê bû.Her wiha bi beşdarbûna nivîskar û helbestvan Seyfedîn Qadirî û hunermend Mahsûm Şekakî, nûnerên şaxê Hesekê yê Yekîtiya Nîvîskarên Kurdistana Sûriya.

û hatin pêşwazî kirin ji aliyê birêz Salih Emo biryê têkoşer Isma’îl Umer û kurê têkoşer Bengîn Isma’îl Umer, û piştre şandê qevdên gulan danîn ser gora têkoşerê nemir Isma’îl Umer û wêneyê Elfatîha li ser giyanê têkoşer Isma’îl Umer xwendin.

Herwiha xanim Fesla Yûsif,li ser gora têkoşer axaftinek kir û di axaftina xwe de,diyar kir em wek wefedarî 12emîn salvegera têkoşer Isma’îl Umer em vedijînin.

Herwiha Yûsif, di axaftina xwe de,rola têkoşer Isma’îl Umer ya giring di qonaxa derbasbû de,li seranserî tevgera kurdî ya Sûrî û kurdistanî û ya Sûrî bi awayekî bilind nirxand.Û tê de diyar kir ku mîna van têkoşera em ê tim deyindarê wan bin li hember kar û xebata wanî netewî ya kurdayetî.Ji ber ku van têkoşera di hemû cureyên estengî û eskencê de li ser rêbaza piroja netewa kurdî berdewam bûn, ta ku jiyan xwe jidest didan.

Herwiha helbestek jî hat pêşkêş kirin ji aliyê nûnerê şaxê Hesekê yê Yekîtiya Nîvîskarên Kurdistana Sûriya M.Seyfedîn Qadirî.

 

Herwiha malbata têkoşerê nemir Isma’îl Umer,jî kêfxweşiya xwe dan xuyakirin li ser wefedariya hevalên wî ji bo bîranîna12emîn salvegera koçkirina wî..

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah.

Leave A Reply

Your email address will not be published.