المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ YA BI SER ENKSÊ VE SERDANA GORA TÊKOŞER Û XEBATKARÊ MEZIN ISMA’ÎL UMER KIRIN ..

0 39

Bi boneya 12emîn salvegera koçkirina têkoşer û xebatker “Isma’îl Umer”şandek ji xwcihiya Dirbêsiyê û gundewarê wê ya pakrewan Ciwan Elqutina ya bi ser ENKSê ve,di roja Sêşemê 18.10.2022’an de,serdana gora têkoşer Isma’îl Umer ,li gundê Qerequyê yê bi ser bajarê Dirbêsiyê ve, li Kurdistana Sûrî kirin.

Herwiha şanda xwecihiyê bi serokatiya serokê xwecihiyê M.Umer Emo bû.

Her wiha di heman demê de jî,şandek ji Partiya Gel a Kurdistanî – Sûriyê bi serokatiya M.Ebdusemet Xelef Biro sekretêrê partiyê û hejmarek ji serkird û endamên wê serdana gora têkoşer Isma’îl Umer kirin.Û axaftinek bi navê partiyê li ser gora nemir Isma’îl Umer ji aliyê cîgirê sekretêrê partiyê ve hat pêşkêş kirin.

Di derbarê vê yekê de,nûnerê Tevgera Çaksaziya Kurd -Sûriyê yê di xwecihiya bajarê Dirbêsiyê de,M.Elî Fetah ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman.

“Bi boneya 12emîn salvegera koçkirina têkoşer û xebatker “Isma’îl Umer”şandek ji xwcihiya Dirbêsiyê û gundewarê wê ya pakrewan Ciwan Elqutina ya bi ser ENKSê ve,îro danê êvarî serdana gora têkoşer Isma’îl Umer ,li gundê Qerequyê yê bi ser bajarê Dirbêsiyê ve, li Kurdistana Sûrî kir”.

Herwiha Fetah got:

“Li ser gora têkoşer M.Umer Emo bi navê xwecihiyê axaftinek kir û di axaftina xwe de,diyar kir em wek xwecihiya Dirbêsiyê wek wefedarî 12emîn salvegera têkoşer Isma’îl Umer vedijînin.

Herwiha Fetah, di axaftina xwe de,rola têkoşer Isma’îl Umer di qonaxa derbasbû de,li seranserî tevgera kurdî ya Sûrî û kurdistanî bi awayekî bilind nirxand.Û tê de diyar kir ku mîna van têkoşera em ê tim deyindarê wan bin li hember kar û xebata wanî netewî ya kurdayetî.Ji ber ku van têkoşeran di hemû cureyên estengî û eskencê de li ser rêbaza netewa kurd ya Barzaniyê nemir berdewam bûn, ta ku jiyan xwe jidest didan.

Û ji aliyekî din ve, M.Elî Fetah li ser welatparêziya malbata têkoşer Isma’îl Umer axivî û tê de diyar kir ku ev malbat cihê berpirsiyariyê ye û bi dehan tevlî refên Pêşmergên Roj bûn û qurbanî danîne wek pakrewan Rodî Emo va gora wî li ber çavên me ye.

Herwiha Fetah bi zelalî ev roja xemgîn nirxand û tê de diyar kir,ku doh û îro gelek şandên cuda serdana gora têkoşerê nemir Isma’îl Umer kirin hin aliyên partiyên tevgera kurdî û hin rewşenbîr û nivîskarên bi bîr û baweriya netewî bûn û hemû şandan piştî ku serdana gora têkoşer Isma’îl Umer dikirin serdana gora pakrewan Rodî Emo yê pêşmergên Roj dikirin û wêneyê Elfatîha dixwendin weke wefedarî.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.