المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Şandeke rêxistina Zaxo ya PDK-Sê serdana Dergehê pêşabûrê yê sînorî yê kir.

0 61

Şandeke Rêxistina Zaxo ya Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya, roja Şemiyê 15-10-2022, bi serokatiya endama Komîteya Navendî ya PDK-S Hiyam Ebdulrehman Mihemed û hejmarek ji endamên encûmena herêmî a partî serdana deriyê sînorî yê pêşabûrê kirin..

 

Şanda PDK-Sê ji aliyê Şewket Berbûharî rêveberê deriyê sînorî yê Pêşabûrê ve hat pêşwazîkirin ..

 

Û her du aliyan rewşa penaberên Kurd li Zaxo û navçeyên girêdayî wê ji bo hêsankirina kar û barên wan û çawaniya peywendiyan bo bihêzkirina peywendiyên dualî gotûbêj kirin.

 

Şanda PDK-Sê pîrozbahî ji bo serkeftina Berbûharî di hilbijartinên bo kongireyê 14 yê partiya Demoqrata kurdistanê de pêşkêşkirin..

 

Her wiha ji rexekî din ve şanda PDK-Sê serdana nivîsgeha Asayîşê ya pêwendiyên sînorê Pêşabûr kir û ji aliyê rêveberê Asayîşê li dergehê Ednan Husên ve hatin pêşwazîkirin û di hevdîtinê de behsa rewşa penaberên kurd ên Sûriyê li Zaxoyê, pêşhatên siyasî, rewşa xizmetguzariyê kirin. mijarên pêwendîdar di xizmeta asayîşa niştimanî ya Kurdistanê de ne.

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.