المجلس الوطني الكوردي في سوريا

PYDKê SERDANA NÛNERTIYA ENKSê LI HEWLÊRÊ KIR.

0 159

Şandeke Rêxistina Herêma Kurdistanê ya Partiya Yekîtiya Demokrata Kurdistanî bi serokatiya endama desteya serkirdayetiya partiyê (Xanim Selma Silêman) û şanda pê re serdana baregeha nûneratiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî ya Herêma Kurdistanê li Hewlêrê kir.

Şande ji aliyê serokê nûneratiya encûmenê li Hewlêrê (birêz Newaf Reşîd) û endamên nûneratiyê ve, hatin pêşwazîkirin.

Di vê serdanê de, pêşhatên dawî yên siyasî yên li ser qada Sûriyê bi giştî û qada kurdî bi taybetî hatin gotûbêjkirin.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.