المجلس الوطني الكوردي في سوريا

EFRÎN: ZÊDEYÎ 300 MALBATAN VEGERIYAN MALÊN XWE.

0 112

Jêderên xwecihî tekez kirin ku zêdetirî ji 300 malbatên Kurd vê dawiyê vegeriyane bajarê Efrînê û gundewarê wê li Kurdistana Sûriyê.

Çavkaniyan ji medyaya xwecihî re ragihandin, “Hejmara malbatên Kurd ên ku vê dawiyê ji Lubnan, Tirkiye, Heleb û herêmên Şehba li bakurê Helebê vegeriyane Efrînê, gihiştiye zêdetirî 300 malbatan.”

Wê her wiha got, “Piraniya kesên vegeriyane ji navçeya Mabata (El-Mabatli) û bajarê Efrînê ne û heta niha jî operasyonên vegerê berdewam in.”

 

 

Û wê got jî, “Navçeya Mabata şahidê jimareke mezin ji vegeryan e, tevî hin astengiyan.”

 

Çavkaniyan amaje bi wê yekê jî kirin ku “Vegeran di demeke kin de malên xwe yên ku ji aliyê malbatên çekdaran ve hatine desteserkirin, werdigirin û carna jî ev mijar bêyî astengiyên mezin dernakeve pêşiya wan.”

 

Hêjayî gotinê ye ku sûc û binpêkirinên hin komên ku Tirkiye piştgiriya wan dike, di van salên borî de ji bo koçberkirina Kurdên ku şêniyên resen ên herêmê ne, ji bo guhertina pêkhateya demografîk a herêmê, kirine armanc.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.