المجلس الوطني الكوردي في سوريا

SEKRETÊRÊ GIŞTÎ YÊ NATO:DIVÊ PÊŞÎ LI SERKEFTINA RÛSYAYÊ BÊ GIRTIN.

0 112

Sekreterê Giştî yê NATOyê Yêns Stoltenberg îro Sêşemê got, “Divê pêşî li serkeftina Rûsyayê di şer de bê girtin ” û da zanîn ku “NATO dê bixebite ku çek û cebilxane bide Ukraniya”.

 

Û Sekreterê Giştî yê NATOyê, di konfêranseke rojnamevanî de, soz da ku NATO dê “peyamek zelal û erênî ji Ukraniya re der barê tevlîbûna wê ya ji hevpeymaniyê re bişîne”.

 

Herwiha Stoltenberg di konfêranseke çapemeniyê de got:

 

-Me guh nedaye ti guhertin di bicîkirina çekên atomî yên Rûsyayê de.

 

-Gotinên Rûsyayê yên li ser çekên nuklerî xeter e û bêhiş e û em tevgerên navokî yên Rûsyayê ji nêz ve dişopînin.

 

-Em ê îşareteke zelal û erênî der barê rêya tevlêbûna Ûkraniya ya ji bo hevpeymaniyê bişînin.

 

 

-Em ê bixebitin ku çek û cebilxane bidin Ukraynayê.

 

 

-Em ê ji bo pêşîgirtin û parastina hevpar planên zelal derxînin.

 

-Em ê ji bo astengkirin û parastinê planên zelal pêş bixin.

 

-Em ê bi rêya Encûmena (NATO-Ukraniya) piştgiriya Ukraniya bidomînin.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.