المجلس الوطني الكوردي في سوريا

PYDKê  roja Rojnamegeriya kurdî vejand

0 72

Partiya Yekîtiya Demoqrata Kurdistan, bîranîna 125saliya Roja Rojnamegeriya kurdî li bendava Mizgeftê vejand..

Û ev yek bi amadebûna hejmarek ji cemawer û sekirtêra partiya Yekîtiya Demoqrata Kurdistanî Xanim ” Fesla Yûsif ” û endamên desteya serokatiya ENK-S ê û herwiha kesayetiyên Nivîskar û rewşenbîr û rêxistinên jinan…

Di destpêkê xuleke bêdeng rawestiyan ser giyanê pakrewanên kurd û Kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir û piştre bi xêrhatina amadebûyan hate kirin..

Û Gotina Encûmena Niştimaniya kurd li Sûriya ji aliyê M,Mihemed Ismaîl ” endamê desteya serokatiya ENK-S ê ve hate xwendin..

Gotina partiya Yekîtiya Demoqrata Kurdistanî ji aliyê serkirda M,Selma Silêman ve hate xwendin..

Gotina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya ji aliyê M,Luqman Yûsif ve hate pêşkêşkirin..

Û Gotinek ji aliyê rojnemevan Ehmed Sofî ve hate xwendin..

Û herwiha di vê çalakiyê de hin helbest ji aliyê helbestvan”Qasim Mi’rîka, Ebdulsemed Mehmûd û Şoreş ve hatin pêşkêşkirin..

Û hin stranên netewayî jî ji aliyê hunermend Se,ed Ferso ve hate pêşkêşkirin û koma Jîna Emînî çend dîlan pêşkêşkirin ….

Ragihandina ENKSê
Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.