المجلس الوطني الكوردي في سوريا

LI KORBENDA ÇAKSAZÎ Û GUHERTINÊ XELEKEK GENGEŞEYÊ HATIBÛ LIDARXISTIN.

0 111

Korbenda Çaksazî û guhertin xelekek, bi navnîşaniya, ( Vexwendina ji bo asayîbûnê ji bo dîtina çareseriyek an ji bo birêvebirina krîzê )

di roja şemiyê 29.4. 2023an de, li navenda korbenda Çaksazî û guhertinê, li bajarê Qamişlo, bi rêveberiya M.Kazim Xelîfê û M.Îsam Ahmed, endamên korbenda Çaksazî û guhertin,hat li dar xistin.

Di xelekê de sê xal hatin nîqaşkirin, di ya yekem de ev bû:

Sedemên ku Tirkiye û hin welatên Erebî ber bi asayîkirina rejîma Sûriyê ve dikişînin.

 

Xala duyem jî,di heman demê de, gelo ev normalîzekirin dikare di çareserkirina pirsgirêka Sûriyê de bêyî berçavgirtina biryarên navneteweyî yên di vî warî de, bibe alîkar.?

 

Derbarê xala sêyem û dawîn de, amadebûyan behsa asta hevbendiya di navbera berjewendiyên welatên ku daxwaza asayîbûnê li gel berjewendiyên gelê Sûriyê dikin, kir.

Di semînerê de komek rewşenbîr, siyasetmedar û nûnerên rêxistinên civaka sivîl amade bûn û mudaxele ji aliyê beşdaran ve hat kirin.

Hêjayî gotinê ye ku Korbenda Çaksazî û Guhertinê her hefte xelekên diyalog û gotûbêjan li ser pirsa Sûriyê bi giştî li dar dixe.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.