المجلس الوطني الكوردي في سوريا

YNRKSê û YNKS’ê ,Roja rojnamegeriya kurdî li Qamişlo vejand…

0 90

Yekîtiya Nivîskarên kurd li Sûriya, û Yekîtiya giştî ya nivîskar ü rojnemevanên kurd li Sûriya Semînarek bi boneya bîranîna 125 saliya roja rojnamegeriya kurdî li Mala helbestvanê kurd Cegerxwîn li Qamişlo li darxist..

 

Û ev yek bi amadebûna keseyetên siyasî û nivîskar, rewşenbîr,rojnemevan, û herwiha rêxistinên jinan..

 

Di destpêkê de xuleke bêdeng rawestiyan ser giyanê pakrewanên kurd û Kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir..

 

Û ev Semînar ji aliyê rojnemevan “Dilovan Çeto ve hate pêşkêşkirin..

 

Û di vê çalakiyê de helbest jî hatin pêşkêşkirin..

 

Û herwiha hêjaya were gotin ku bi helkefta cejna rojnamegeriya kurdî, ya ku her sal gelê kurd vê rojê divejîne di 22ê heyva Nîsanê de, Mîr Miqdad Midhet Bedirxan dikarîbû rojnameya Kurdistan,li paytexta Misrê li Qahîra di 22ê Nîsanê sala 1898an de çap bike û derxîne , Ew roj bû gava yekemîn û dîrokî û danîna Berê bingehîn ji bo rojnamegeriya Kurdî.

 

Herwiha piştî rojnameya Kurdistan li seranserê Kurdistanê bi dehên rojnameyan û kovarên kurdî hatine çapkirin û weşandin.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.