المجلس الوطني الكوردي في سوريا

PENTAGON:165 ÊRÎŞ LI SER BARGEHÊN AMERÎKÎ LI SÛRÎ Û IRAQÊ.

0 105

Pentagon: 165 êrîş li ser baregehên Amerîkî li Sûriye û Iraqê

Wezareta berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) eşkere kir ku hêzên wan li Sûriye û Iraqê ji 17ê Cotmehê heta 30. 1.2024 roja Sêşemê 165 caran rastî êrîşan hatine.

 

Cîgira berdevka Pentagonê Sabrîna Sîngh got: Hêzên Amerîkî 98 caran li Sûriyê û 66 caran jî li Iraqê hatine armanckirin.Di encamê de 80 leşkerên Amerîkî birîndar bûn.

 

Singh her wiha got: “Em dizanin ku milîsên ku ji aliyê Pasdarên Şoreşa Îranê ve tên piştgirîkirin, ji êrîşên li ser hêzên me yên li Iraq û Sûriyê berpirsyar in.”

 

Wê amaje bi wê yekê jî kir ku Amerîka Îranê bi temamî berpirsê van êrîşan dibîne, di nav de êrîşa ku sê leşkerên Amerîkî li nêzîkî sînorê Sûriyê-Urdunê kuştin, ji ber ku Îran van milîsên ku li Iraq û Sûriyê kar dikin darayî dike, rahênan dike, piştgirî dike û biçek dike.

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.