المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NETEWÊN YEKBÛYÎ:LI SÛRÎ HEJMARA XELKÊN KU PÊDIVIYA WAN BI ALÎKARIYÊ HEYE GIHIŞT 16.7 MILYONAN.

0 105

Netewên Yekgirtî: Li Sûriyê hejmara kesên ku pêdiviya wan bi alîkariyê heye gihişt 16.7 milyonan

Rapora Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî eşkere kir ku li Sûriyê hejmara kesên ku pêwîstiya wan bi alîkariyên mirovî heye gihîştiye 16.7 milyon kesî ku li gorî sala borî ji sedî 9 zêde bûye.

Raporê amaje bi wê yekê kir ku hejmara kesên “bandor bûne” li seranserî Sûriyê gihiştiye 6.8 milyon awareyên navxweyî, 155,000 awareyên vegeryane, 37,000 kesên ku vegeriyane Sûriyê, û 16,000 penaber û penaxwazan.

 

Beriya niha jî Tîma Kordînasyona Bersivdana Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihandibû, ku hejmara kesên ku pêwîstiya wan bi alîkariyên mirovî hene li Sûriyê gihîştiye 17.3 milyon kesan.

 

Wê zêde kir ku jimar nîşan didin ku “54% ji kesên hewcedar in, 22% bi pileya pir giran, û 1.3% bi dereceyek karesatî ne.”

 

Tekez kir ku “çi kêmasî an guhertinek di awayê xebitandin an ketina alîkariyên mirovî de rê li ber karesatên ji hejmarên ku li jor hatine destnîşan kirin mezintir vedike.”

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.