المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ÇIL AXA:MÊR Û JINEK DI ENCAMA VÊXISTINA JENERATORA ELEKTRÎKÊ DE JI BER XENIQANDINÊ MIRIN.

0 98

Çil Axa: Mêr û jinek di encama xebitandina jeneratora elektrîkê de ji ber xeniqandinê mirin

Welatiyekî Kurd û hevjîna xwe bi sedema pîsbûna hewayê di encama karkirina jeneratora kehrebê li gundekî ji gundên bajarokê Çil Axa li Kurdistana Sûriyê, ji ber nefesê jiyana xwe ji dest dan.

 

Jêderên xwecihî ji ENKSê re di roja çarşemê 31.1.2024an de, ragihandin ku Nayif Remo Osman û hevjîna wî Şukriya Ebdo xelkê gundê Helaq yê ser bi Çil Axa di encama pîsbûna hewayê de, ji ber vêxistina jeneratorê elektrîkê şeva borî, canê xwe ji dest dan.

 

Herwiha wî jêderî got jî: Her du term niha li nexweşxaneya Elselam li bajarê Girkê Legê ne heta ku pijîşkê dadwerî bê.

Wek tê zanîn navçeyên Kurdistana Sûriyê yên di bin kontrola rêveberiya PYDê de rastî kêmbûna elektirîkê tên piştî bombebarana vê dawiyê ya Tirkiyê ser binesaziyê, û xelkê neçar dikin ku jeneratoran ji bo dabînkirina kehrebê bikar bînin.

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.