المجلس الوطني الكوردي في سوريا

96″Sal li ser avakirina bajarê Qamişlo derbas dibe …

0 86

Qamişlo bi bajarê evînê tê naskirin, ku di rojeke wekî îro di 20 Tebaxa sala 1926an de, ev bajar li ser destên hêzên ferensî hat avakirin…

 

Û tê zanîn ku Bajarê Qamişlo yek ji mezintirîn bajarên Kurdistana Sûriyê ye li ser zemîneke dîrokî ye nexşeya wê nexşeyeke xweşik û bedew e ji vê yekê bi ” Parîs a Biçûk” dihat bilêvkirin .

 

ku di 20ê, Tebaxa 1926an damezrandina bajarê Qamişlo ji hêla lîwayê yekem ê Ferensî ” Terrier” ve hate plan kirin ji ber hebûna çemê ” CeqCeq” ku Ferensiya wek cihekî stratîjîk dihesibandin , ku qişleya hêzên Ferensî cihê xwe li ser girê ku di keve li başûrê bajarê Nisêbînê baregehek ji bo rêvebiriyê li binya wê ava kirin, ku di wî çaxî de li bajarê Qamişlo ji bilî aşê ” Qidûrbek ” ti avahî li wê derê nebûn, û Lîwayê Ferensî ” Terrer” ew bû ye ku Herêma başûrê bajarê Nisêbînê hilbijart ku bibe bajarê Qamişlo û ji endeziyarê Yûnanê yê bi navê” Xeralpos” xwestibû ku nexşeya bajêr xêz bike û di destpêkê qişleya leşkeran û baregeha rêveberiyê li ser çemê CeqCeq hatin avakirin..

 

Û herwiha tê xuyanîkirin ku bajarê Qamişlo bi destê hemû pêkhateyên herêmê re ava bûye: kurd, cihû, xiristiyan, Erman, siryan, ereb, misilman….û her yek ji wan di xwest Qamişlo bi rengekî bedew avabike…

Ku li bajarê Qamişlo yê Kurdistana Sûriyê ser bi parizgeha” Hisiça” ve ye, ku hemû pêkhateyan li xwe digire lê tê xuyakirin  ku piraniya niştecihên wê kurd in , û balafirgehek lê heye 6km dûrî sentera bajarê re,…

 

Taxên bajarê Qamişlo ev in:

– Hilêliyê, Kornîş, Erbewiyê, Siryan, Aşoriyê, Bişêriyê, Qidûrbek, Siyahî, Qenat Elswês, Enteriyê, Cûmayê, Meyselûn, …..

 

Û herwiha kesên rewşenbîr û nivîskar û hunermend navdar ji Qamişlo :

Cegerxwîn, Selîm Berekat, Seyîd Yûsif, Aram Tîkran, ….

 

Û di vê derbarê de gelek stran û helbest li ser Qamişlo hatine sazkirin ya herî navdar stran hunermend ” Seyîd Yûsif ” bi navê Qamişlo bajarê Evînê…..

 

Û herwiha hêjaya were gotin ku di nav me kurdan de bi navê Qamişloka evînê tê bi lêvkirin …..

 

 

Ragihandina ENKSê

Qamişlo… Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.