المجلس الوطني الكوردي في سوريا

OFÎSA RAGIHANDINA NAVENDÎ YA ENK-SÊ CIVINA XWE YA ASAYÎ LIDARXIST.

0 233

Di roja Înê 26ê çileya 2024an, ofîsa ragihandina navendî ya Encûmena Niştîmaniya kurd li Sûriya li ofîsa Tevgera çaksaziya Kurdî li Sûriya, li bajarê Qamişlo civîna xwe lidarxist.

 

Û ev yek bi amadebûna serokê ofîsa ragihandina ENK-S ê mamoste “Kazim Xelîfa” û endamên ofîsê, û herwiha bi hezirbûna nûçegehanên xwecihiyên bi ser ENK-S ê ve li navçeyên cuda .

di civînê de hejmarek xalên giring derbarî karê ragihandinê de hatin gotûbêjkirin.

Ku di destpêkê de mamoste “Kazim Xalîfê” serokê ofîsa ragihandina ENK-S, bi xêr hatina hemû nûçegehanên beşdar kir û piştre bi awayekî giştî rawestiya li ser kar û xebata nûçegehanan û giringiya rola ragihandinê di vê qonaxê de,

û pêşxistina mekanîzma medyayî ji bo gihiştina medyayeke bi bandor û rasteqîne di nava cemawer de, û di warê li darxistina xuleyên rahênanê yên ji bo bihêzkirin û pêşxistina karê ragihandinê behiskir.

Herwiha ji aliyê xwe hemû nûçegehanên beşdar axivîn û nerînên xwe bi awayekî serbestî û Zelalmendî ji aliyê neyinî û erênî diyarkirin ji bo pêşketina rewşa ragihandinê û hin pêşînyar jî diyar kirin, û persiva wan hate kirin.

Ragihandina ENKSê
Raport:Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.